Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, îro di daxuyaniyekê de, teqînên terorîstî li ser bajarê Axtirin li gundewarê Helebê şermezar kirin, û tekez kir ku bi tenê ew hewldanên şikestî û bêçare ne, û tawanên terorê û şanikên wê yên veşartî wê sernekevin di jikarxistin û rawestandina pêvajoya avakirin û azadiyê de, ya ku kesên birûmet û azadîxwazên Sûriyê berpirsiyariya wê weke erk dibînin û ji bo wê xwîn û jiyana xwe didin.
Daxuyaniyê bal kişand ku teqîna terorîst ya ku Xalid Dîbo serokê encumena xwecihiya bajarê Axtirin li deşta bakurê Helebê armanc kir, bû sedema birîna lingekî wî, tevî ku berî niha jî rastî hewldana teqîneke din bibû, lê ma berdewam li ser karê xwe, û îro jî dîsa em hêviya vê yekê ji wî dikin, herwiha otombêleke din ya taybet li pêşiya mala melayê mizgeftekê hat teqandin û mele bi sivikî birîndar bû.
Hevbendiya Niştimanî bi rêya daxuyaniya xwe, dubare bang li hemû aliyên civaka navnetewî kir ji bo şermezarkirina êrişên terorîstî yên berdewam li Sûriyê, ligel bizaveke astbilind ji bo alîkarîkirina sepandina ewlekarî û piştgiriya çareseriya siyasî bi hemû şêweyan ji ber ku ew take-bersiv e ku dikare terorîzmê jinav bibe, û siyaseta temaşekirina ji dûr ve, ya ji kîsê ewlehî û aramiya sivîlan ne, bidawî bibe.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî