Encûmena xwecihî ya Kobanê ya Encûmena Niştimanî ya kurdî duh roja sêşemê bîranîna çaremîn a salvegera komkujiya Kobanê ya Di 24’ê cehzerana 2015’an rû dabû li dar xist.
Encûmena xwecihî li gel welatiyên bajarê Kobanê ev bîranîn şeva roja duşemê bi vêxistina mûman li ser qad û kolan û avahiyên bajêr vejandin ,Her wiha roja sêşemê demjimêr 11:00 sibê li ser rihê şehîdan sekînin li kolan û pêş malan û piştre serdana gorên şehîdan kirin.
Çalakvan Ferhan Mihemed ji malpra me re tekiz kir ku xelkê Kobanê bi xemgînî bîranîna çaremîn a salvegera komkujiya Kobanê li dar xist.
Mihemed berpirsyaretiya komkujiya Kobanê xist ser milê PYDê û got: nêzî 600 sivîlî bûn qurbanî li ser destê çekdarên DAÎŞê, û ta niha PYDê rastiyên komkujiyê diyar nekirne û ew di berde berpirsiyar e.
Hêjaye gotinê ye ku gurûpek çekdar ya bi ser rêxistina DAIŞ a terorîst ve, şeva 25’ê cehzerana 2015an, derbasî bajêr bû û komkujiya xwe ya kuştin û serjêkirinê pêk anî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî