Bîranîna Şeşemîn a komkujiya Amûdê roja Pêncşemê 27-6-2019 li goristana Şermola ji hêla welatiyên Amûdê û serkirdayetiyên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS hate vejandin.
Li ser vexwendina xwecihiya ENKS li bajarê Amûdê, bi dehan welatî li ser goristana Şermola kom bûn û bîranîna şeşemîn bi rawestana kêlîkeke bê deng li ser canê pakrewanan vejandin dest pê kir.
Gotina xwecihiya Amûdê ji hêla serokê wê Elî Begarî ve hate xwendin, ku têde li ser hûrgiliyên herdû rojên komkujiyê bi şêweyekî berfireh axivî.
Begarî di gotinê de doza komîteke yasayî ya serbixwe kir, da vekolînê di komkujiya Amûdê de bike, û kujeran pêşkêşî dadgehan bike.
Gotina malbatên pakrewana ji hêla Mehmûd Xelo bavê pakrewan Nadir hate pêşkêşkirin, têde bal kişand ku ta vê gavê xwîna zarokên wan li ser zemînê ye û ew wan ji bîr nakin.
Her weha Xelo jî doza vekolînê di komkujiya Amûdê de kir, û doza dadgehkirina kujeran kir.
Tê zanîn ku di 27-6-2013, hêzekê ji çekdarên PYD êrîşî xwepêşindaneke sivîl li Amûdê kir, û ew gulebaran kirin, û di encamê de şeş kes şehîd ketin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî