Rêkxistineke mafnasiyê duhî çarşembê di raporteke xwe de ya derbarê Roja cîhanî ya piştgiriya qurbaniyên êşkenceyê, aşkere kir ko bi dehhezaran sivîlên bêçek li Sûriyê bi êşkenceyê ji destpêka şoreşa Sûrî 2011ve hatine kuştin, û tekez kir ko piraniya wan di zindanên rêjîma Esed de hatine kuştin.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya dawî de got ku nekêmî 14227 kesan ji nav wan 177 zarok û 62 jin li girtîgeh û zindanên rêjîma Esed hatine kuştin.
Raportê tekez kir ko rêjîma ko ji 2011ê ve dora 1.2 milyon kes girtine, berpirs e di ber kuştina 98% ji rewşên kuştina bi êşkencekirinê, di pey re rêkxistinên tundrew 0.39%, û alayine din 0.3%, û her weha milîtanên PYD.
Raportê destnîşan kir ko girtiyên di zindanên rêjîma Esed de bêyî kêmtirîn mercên saxlemî û tendiristiyê ne, her weha rêjîm bi mebest rewşa wan kambaxtir dike, dema bi mebest piştguhkirinê dike an wan êşkence dike, û li nexweşan dide, ji dêvla xizmetê ji wan re pêşkêş bike.
Raportê bal kêşand ser derdê girtiyan, û dibîne ko rewşa têde dijîn tektîkek bi mebest e, bi amanca êşkencekirina girtiyan, û dihêle ko bi gelek nexweşiyan bikevin, çimkî sersariyê di çareserkirina wan de dike, heta dimirin.
Raporta toreyê anî ziman ko 32 kes di zindanên Daiş de bi sedema êşkencekirina hovane mirin, û 24 kes di zindanên Desteya Tehrîr Alşam de, her weha 43 kes di zindanên milîtanên PYD de hatine kuştin.
Komela giştî ya netewên yekgirtî di 1997ê de biryar da ku roja 26 cehzeranê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Qurbaniyên Êşkenceyê be, bi amanca bi tekûzî êşkenceyê nehêle û karê peymana li dijî êşkenceyê bête nirxandin.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan ji civaka navdewletî û encûmena ewlehiyê daxwaz kir ko pêrabûnên têtin xwestin bikin bo berpirsiyarên kuştina bi êşkencedanê dadgeh bikin, û daxwaz kir ko yên di zindanên rêjîmê de mane bêne parastin, ko hejmara wan li gora toreyê bi 143 hezaran tête texmînkirin.
Serokê desteya niştimanî ya Sûrî ya karûbarên penaber û windayan, Yasir Elferhan, duşemba bûrî, tekez kir ko rêjîma Esed di operasiyonên girtin û tunekirina komî di zindanan de berdewam e, û destnîşan kir ko ew nîşanin nû li ser kuştina wan pêşkêş dike, ko her demekê lîsteyekê bi navê miriyan dişîne navendên nifûsê.
Elferhan got ku tawanên derheqê girtiyan dibin tawanên li dijî mirovîniyê ne, û bal kêşand ser ko rêjîm hêj guh nade raportên ko ji komîta navdewletî ya vekolînan derdikevin, an jî daxuyaniyên navdewletî bi taybetî yên ko berpirsiyariya rêjîmê di ber mijara êşkence û kuştina girtiyan de tekez dikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî