Çalakvanan vîdyoyek li ser torên medya civakî belav kirin, têde xuya dibe ku wêneyekî Beşar Esed yê daleqandî li ser deriyê saziyeke çandiniyê li bajarê Senemên li bakurê Der’a ji aliyê du ciwanan ve tê dirandin.
Kesê vîdyo tomar kiriye, got ku wêne li sêşema borî 25’ê cehzîranê hatiye tomarkirin, ku wêneyê Beşar Esed weke heman dema bûyerên pêşîn yên şoreşa Sûriyê ji aliyê du ciwanan ve tê dirandin.
Li bajarê “Senemên” di meha gulanê de, bo cara yekem radeya zêdegaviyan bilind bû, piştî îmzekirina peymanên agirbesta bi darê zorê li deverên başûr, û bû egerê peydabûna şer di navbera şervanên berê yên Artêşa Sûriyê ya Azad û hêzên rêjîmê de, ku di encamê de hejmarek ji serbazên rejîmê hatin kuştin.
Çend serbazên rejîmê ji aliyê şervanan ve di wan şer û pevçûnan de hatin revandin, û şervanan li hember serbestberdana wan daxwaza serbestberdana hin girtiyan kir, bi taybetî ciwanên bajarê Der’a yên li vê dawiyê hatibûn girtin.
Herwiha ku “Koma Azadîxwazên Horan” bi rêya daxuyaniyekê daxwaza yaxiyek sivîl kiribû, û daxwaz ji ciwanan kiribû ku ji mal û bajarok û gundên xwe dernekevin, û gotibû ku divê xwe ji gefên rejîmê re netewînin, ji ber ew dê bibin ardûyê kampanya hêzên Rûsya û Esed ya li dijî sivîlan li bakurê Sûriyê.
Çavdêr dibînin ku wê rewşa Der’a wek xwe nemîne, ji ber berdewamiya rejîmê di xistina fişaran de li ser kesên sivîl û herweha tawanên li dijî wan, ku ev yek dê bibe sedema peydabûna bizaveke nû û wê careke din dever ji bin kontrola rejîmê derkeve.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî