Serokê Desthilata Demkî Civîneke Giring Digel Çend Dewletên Piştgiriyê Dikin û Sendoqa Perpêdanê Lidar Xist ji bo Pirojeyên Desthilata Demkî Gotûbêj Bikin

Serokê desthilata Sûrî ya demkî birêz Ebdulrehmen Mistefa, civîneke giring li bajarê Xazî Entab ê Tirkî digel nûnerên çend dewletên piştgir û sindoqa perepêdanê ji bo dîsa-avakirina Sûriyê lidar xist, têde pirojeyên ko desthilat dixwaze li herêmên rizgarkirî cîbicî bike gotûbêj kirin.

Civîn ji nûnerên Emrîka û Yekîtiya Ewropî û dewletin din pêk hat, û hemû wezîrên desthilata demkî pilanên karê xwe yên demkurt û yên demdirêj pêşkêş kirin, herweha istiratîciya her wezaretekê bo misogerkirina amancên xwe û beraberiyên ko tên pêşiya karê wan diyar kirin.

Mistefa di civînê de daxwaz kir ko asta hevrêzkarî û hevkariya hevbeş bilind bikin, û tekezî li ser peywendiyên hevtekûzkirinê yên navbera Hevbendiya Niştimanî û Desthilata Demkî û Yekîniya Hevrêzkariyê û Sindoqa Pererpêdanê kir.

Û diyar kir ko desthilata demkî istiratîciyeke kar girt ser milê xwe, têde giringiyê dide dabînkirina pêdiviyên jiyanê û aramiyê ji bo sivîlan li hemû herêmên rizgarkirî, bi amanca ko jiyana xwe bi şîweyekî normal bijîn, piştî çend salên zehmetkêşanê ya rêjîma Esed sedema wê bû.

Û bal kêşand ser ko desthilata demkî dixwaze qonaxa wêraniyê bidawî bike, piştî ko kavilên avahiyan bi tekûzî yan beşekî jê pakij bike, û hêminiya cihan ji hêla ewlehiyê ve dabîn bike, û tekez bibe ko mayûn an bombeyên teqîner di wan de nîn in, û dîsa jêrxanê kara bike, û xizmetên giştî pêk bîne, tako rê li ber derbideran vebe û li cihên xwe vegerin.

Û destnîşan kir ko pêşinde ji misogerkirina ewlehiyê re ye, bi rêka polîsên sivîlî yên bi ser wezareta hindirîn ve , û polîsên leşkerî yên bi ser wezareta berevaniyê ve. Û got ku giring e yasa li ser hemû xaka rizgarkirî cîbicî bibe. Û ji bo misogerkirina dadweriyê divê dadgeh aktîv bibin, bi riya dadweriya serbixwe, bi riya wezareta dadê û desthilata dadweriyê ya encûmena dadweriya bilind çavdêriya wê dike.

Mistefa di civînê de got ku desthilat girigiyê dide aliyekî din yê pêwîst ew jî ew e, bihêle civakên xwecihî bi abûriya xwe rabin , û geşepêdana dahatiyên xwe bikin, û giringiyê bidin pirojeyên berhemdar yên ko berdewamiya dahatiyên xwe bi xwe dabîn dike, ji bo dabînkirina hevtekûzkirin û hevkariyê di navbera civakên xwecihî de.

Û diyar kir ku xurtkirina karînên encûmenên xwecihî pir giring e, di biwarê birêvebirin û misogerkirina pilanên geşepêdana berdewam û xurtkirina pîvanên zelaliya kar, hem rol û beşdarbûna jinê di hemû movikan de û avakirina dezgehên desthilata demkî.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî