Wezîrê darayî û aboriyê yê Hikûmata demkî ya Sûrî, Dr. Abdul-Hakim Al-Misri, civînek ligel rêveberên gumrika giştî û derwazeyên sînorî li deriyê El-Selama lidar xist, û bi wan re karnameya wezaretê û rola derwazeyan ji bo dabînkirina dahatiyên darayî ji hikûmetê re gotûbêj kir.
Dr. Al-Misrî tekezî li ser giringiya pişkinîna otomobîlan bi awayekî hûrbîn kir, da ku têkiliyên baş bi welatên cîran re berdewam bikin, herweha bal kişand li ser serederiya baş digel kesên sivîl yên bi rêya derwezeyên sînorî diçin û tên, û alîkarîxwestina wezaretê ji bo çareserkirina pirsgirêkên rûbirû rêveberiya derwazeyan dibin.
Herweha wî bal kişand li ser girîngiya veberhênana sektora çandiniyê, û piştgirtina cotyaran û vekirina derî ji bo hinardekirina berhem û kelupelên zêdî hewcedariya bazara xwecihî.
Wî diyar kir ku plan û mekanîzmayek heye ji bo saxbîrîkirina rê û cadeyên giştî, bi riya çaksakirina wan bi destê bazirganan, beraber veberhênana wan ji bo demek sînordar, bi çavdêriya encûmenên xwecihî.
Û bal kişand li ser boykotkirina materyalên Îranî û Rusî, û daxwaza qedexekirina derbasbûna bi riya derwazan kir.
Piştre gengeşeyek vekirî çêbû, di nav de hin pêşnîyar hatin pêşkêşkirin ji bo baştirkirina rewşa derwazên sînorî, da sûd ji wan bê wergirtin, û xizmetek baş ji gel re peyda bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî