Endamin ji Hevbendiya NIştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, beşdarî di workşopekê de kirin ku Saziya Geşepêdana Xwecihî “LDO”rêxistin kiribû, ji bo behskirina siberoja hukumraniyê û rêvebirina xwecihî li Sûriyê.
Herweha nûnerên encumanên xwecihî û yên parêzgehan jî beşdarî kirin, û di workşopê de ya ku li bajarê “Xazî Ayntabê” yê tirkî 2 rojan berdewam kir, dawîtirîn ezmûnên rêvebrina xwecihî yên di bin siya şoreşa Sûriyê de çêbûne, û sûdên ji wan ezmûnan hatine dîtin, hatin nimayîşkirin.
Û beşdaran ezmûnên xwe yên corbecor pêşkêş kirin, û her beşdarekî kurtasiyek derbarê berhevkirina encumanên xwecihî û yên parêzgehan li tevaya deveran, her weha pirojeyên ku hatine cîbicîkirin bi armanca pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji xelkên deverê re, û astengî û dijwariyên ku her encumanek têre derbas bûye pêşkêş kirin.
Paşre beşdaran giringiya pêşdebirina berdewam a encumanên xwecihî gengeşe kir, ji bo gihiştina hukumraniyeke şareza li tevaya deverên rizgarkirî, û tekezî li ser rola giring û bibandor a encumanên xwecihî kirin, ji bo bikarînkirina xelkê da deverên xwe bi xwe bi rê ve bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî