Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Riad al-Hesan, pêşwazî li daxyaniya berdevkê wezareta karê derve ya Amerîka Morgan Ortagos li ser encamên qonaxa duyem ya komîteya destûrî ya Sûrî kir, tekez kir ku şanda rejîma Beşar Esed mercên pêşwext têxe li pêşiya karê Komîteya Destûrî ku bi eşkere rêzikên komîteya Destûrî binpê dike.
Al-Hesan îro di daxuyaniyek taybet de got ku şanda rejîmê di dawiya civîna yekem de razî bû, bi gotûbêjkirina prensîbên destûrî , di herdu civînên vekirinên komîteya destûrî ya berfireh de, ji hêla sê endamên şandeyan ve, di nav de endamên şanda rejîmê jî hebûn.
Al-Hesen diyar kir ku şanda rejîmê di gera yekem de belgeyek fermî li ser wan prensîban radestî NY kir, û ji Nûnerê taybet daxwaza dûrxistina hemû babetên siyasî û yasayî yên di nav kaxezên şanda opozisyonê û şanda civaka medenî de ji rojeva Komîteya Destûrî kiribû.
Al-Hesan got ku tişta “surprîz di civîna duyemîn de ew bû ku şanda rejîmê vegeriya li ser danîna wan tiştên siyasî yên dûrxistibûn, û xwest ku bibin bingeh ji bo danûstandinên civînê,” û got “ku bê guman ev yek tê ku rejîma Şamê û dezgehên ewlekariyê daxwaz ji şanda rêjîmê kirine ku nekevin nav gotûbêjên prensîbên destûrî û berdewam bin li ser astengkirina berê a di heşt gerên Cenêv de, ji bo rawestandina danûstendinên cidî yên bicihanîna biryarên Encûmena Ewlehiyê ya NY, nemaze biryara 2254.
Ji aliyekî din, Al-Hesan tekez kir ku daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkî ku nabe take hewldana navnetewî be di çarçoveya biryara civaka navdewletî 2254 de, herwiha ku divê tekstên din yên biryarê were şopandin, di nav de serbestberdana girtiyan, agirbesteke seranserî welat, û avakirina jîngeheke ewle û bêalî ji bo hilbijartinên azad û dadwer di bin çavdêriya tam ya Netewên Yekbûyî de.
Al-Hesan tekez kir ku divê desteya hukumraniya veguhêz a bi tevahiya desthilatên cîbicîkirinê were damezrandin, û pêdivî ye desthilatên serokatiyê û hukûmetê ji wê re bêne veguheztin, da ku proseya veguhaztina siyasî tekûz bibe, û rê li ber desthilata zordest ya heyî bigir.
Al-Hesan bang li civaka navdewletî kir, da pişta karê Komîteya destûrî bigirin ji bo destpêkirina bicîhanîna biryarên NY, û bikaranîna fişaran li ser rejîma Esed, û dorpêçkirina wê bi awayekî siyasî, heya ku ew van biryaran bicih bîne, û pêkanîna wan qebûl bike, ji bo bidawîkirina êşên gelê Sûriyê û gihiştina çareseriyek siyasî li welat.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî