Dezgehên ragihandinî yên xwecihî anîn ziman ko operasiyonên leşkerî yên ko rêjîma Esed û hevalbendên wê li Sûriyê pêktînin ranewestiyane, û destnîşan kir ko hejmarek qurbanî bi sedema bombebarana asmanî li ser herêmên niştecihan li Xûta rohelat li gundewarê Şamê ketine.
Toreya Beledî News li gora nûçegehanê xwe yê Xûta rojhelat got ku firokên cengê yên Rûsya bi çend êrîşên asmanî bajarê Dûma li gundewarê Şamê yê rojhelat îro berbanga duşembê bombebaran kirin, di encamê de 10 sivîl ji malbatekê şehîd ketine û hinên din birîndar bûne.
Desteya danûstandinan ya Sûrî bi hêvî ye ko biryara Encûmena ewlehiyê 2401 ya bo agirbestê cîbicî bibe, bi taybetî piştî ko rêjîmê û hevalbendên xwe pabendî bi çi biryarên berê nekirine.
Desteyê di daxuyaniyeke xwe de got: ‘’ ew dûr nabîne ko rêjîm agirbestê têk bide wek berê dikir, çimkî ew nayê sizakirin. û‘’ hişyarî da ‘’ ji metirsiya bicihnekirina vê biryarê‘’ û dibîne her xuleyek ji derengmayînê dê jiyana zarok û jin û yên êşkencebûyî li Sûriyê têk bide.
Desteyê bal kişand ser ko piraniya qurbaniyan sivîl in, û got ku şerme ji mirovîniyê re xwîna miletê Sûrî têkeve bazara xwedanên berjewendiyên mezin ên çareseriya siyasî asteng dikin, û em dizanin hemû miletên cîhanê rijandina xwîna Sûriyan napejirînin.
Desteyê bêtir got: ko ew‘’hêvî dike ku alavên cîbecîkirina biryarê hebin ‘’, û hêvî kir ku ev pêngaveke lezgîn be ji bo çesipandina biryara 2254an û agirbest bi giştî pêk bê û dorpêç rabe û alîkariyên mirovî derbas bibin.
Emîndarê giştî yê netewên yekgirtî di daxuyaniyekê de ji berdevkê wî derket texmîn kir ko biryara navdewletî yekser cîbicî bibe û herdemî be û bi taybetî dabînkirina gihaştina alîkariyan û xizmetên mirovî, û her weha nexweş û birîndar ji wir derkevin û zehmetkêşiya miletê Sûrî bi giştî bê astengî kêm bibe
Her weha Elmanya, Frensa û Rûsya daxwaz kirin ko fişarê bidin ser rêjîma Esed ji bo biryara navnetewî yekser cîbicî bibe.
Û serokê Frensa Makron û rawêjkara Elmanî Mêrkil bi telefonekê digel serokê Rûsya Viladîmêr Potîn tekezî kirin li ser giringiya cîbicîkirina biryara ko Encûmena ewlehiyê derxistiye, li gora daxuyaniya ko ji nivîsgeha rawêjkara Elmanî derçûye.
Biryara navnetewî daxwaz dike ko kirdeyên leşkerî yên ko rêjîm û hevalbendên wê li Sûriyê dikin rawestin, û 30 rojan dorpêç ji ser Xûta rojhelat û herêmên din rabe.
Ev biryara navnetewî derket piştî ko Kiwêt û Siwêd pirojeyek pêşkêş kirin, piştî ko 500 sivîl şehîd ketin ji nav wan 100 zarok in, di heft rojan ji bombebarana tund ya hêzên rêjîmê û çekên asmanî yên Rûsî li ser xûta rojhelat li nêzîkî Şamê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî