Dadgeheke Ispanî doh duşembê anî ziman ko wê di giliyekî tawankarî de yê li dijî takekesin ji hêza ewlekariya rêjîma Esed de vekolînê bike. Ew gilî derbarê kirdeyên rêjîmê û dezgehên ewlekarî yên bi tiroristiya dewletê û bi veşartina kotekî ya kesan ve girêdayî ye.
Li gora acansa “Frans press” jineke Ispanî bi nijadê xwe Sûrî ye gilî kiriye û dibêje ku birayê wê piştî girtinê êşkence bû û sala 2013ê ji hêla hêzên rêjîmê ve li Şama paytext hat dardakirin.
Parêzerê dezgeha Cirnîka 37 (Tobî Kadîman) baregehê wê li London e, ya ko nûnerîtiya wê jina gilî kiriye dike got ev giliyê tawankarî yê li dijî hindek ji hêzên rêjîmê dadgeheke biyanî vekolînê tê de dike.
Parêzer got ku dozin din li Frensa û Elmanya hatine kirin û hêj dadgehan ew nepejirandine, tev ko astengî ji hatina takekesan ji hêzên rêjîmê li pêşberî dadwerekî ji Ispanya Kadîman got: “hêj derfetek baş ji bo dadgehkirina wan heye”.
Dezgeha Cirnîka 37 anî ziman ko wê jinê ji nav 50hezar wêneyî, termê birayê xwe nas kir, wêne bi rêya berpirsê bijîşkî yê yasayî yê Sûrî, yê ko ji rêjîmê cuda bûye derketine derve.
Li gora dadgehê “Iloy Fîlasko” dadwerê dadgeha bilind ya Ispanî ji rêjîma Beşar xwest her heşt takekesên dezgeha sîxurî û ewlekariyê berî çi kêşeyê nûnerên xwe yên yasayî li Ispanya destnîşan bikin.
Dadgehê tekez kir ko dê di dehê nîsanê de doza wê jinê û berpirsê bijîşkiya yasayî bikin, da li pêşberî dadgehê li gotinên wan guhdarî bikin, her weha sê dîdevan jî dê di nehê gulanê de bêne pêşberî dadgehê ji bo li gotinên wan jî guhdarî bikin.
Berpirsê mezin yê mafê mirovan yê Netewên Yekbûyî di 14 adarê de daxwaz kir ko 10hezarên girtiyan ji zindanên rêjîmê bêne berdan û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko berpirsên êşkencekirin û dardakirinê bêne dadgehkirin di çarçoveya peymaneke herdemî ji bo cenga rêjîmê ya li ser miletê Sûrî bidawî bibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans