Nevenda Ewropî ya mafên destûrî û mafên mirovan, duh înê, 27hezar wêneyên ku berê nehatine belavkirin yên wênekêşê Sûrî “Qeyser” derxistine gihandin dadweriya Elmanî ya ko derbarê binpêkirinên Beşar Elesed vekolînê dike.
Emîndarê giştî yê rêkxistinê “Wolfgang kalîk” got: “ev wêne êşkenceya rêbazkirî ya ji hêla rêjîma Beşar ve dibe diyar dike. Û heta nuha tu vekolînerên navdewletî an dozdarên giştî li dewletên din an li dadgehan van pêzanînan nizanin.”
Kalîk got: “dadweriya giştî ya fîdirala Elmanî desthilata yekemîn e ya ko ev pêzanîn gihiştinê û dibe derheqê wan kesên ji rêjîma Esed yên ev tawankarî kirine bîrdozeke navdewletî derxîne. ”
Rêkxistinê got daxuyaniyên digel wêneyan de pêzanînên giring ji vekolîneran re li ser cihê wêne lê hatine kêşandin an dîroka wan tê de hene. Destnîşan kir ko ev wêne bi hûrbîniyeke bilind hatine kêşandin, û ew fakterekî giring e gava mirov li nîşanan bigere.
Navenda Ewropî ya mafên destûrî û mafê mirovan û ew rêkxistineke nefermî ye ko li wênekêş Qeyser gilînameyek li pêşberî dadweriya giştî ya fîderal li dijî berpirsiyariyin mezin di ewlekariya Sûriyê de û polîsên leşkerî pêşkêş kiriye, bi tawana tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovantiyê pêkanîne.
Destpêşxeriya navend pê rabûye li gora pirinsîba yasayî ya cîhanî ya ko maf dide dewletekê ko pey yên bi tawankariyan rabûne bikeve, eger çi regezê wan be an cihê lê tawankarî kirine kû be, û Elmanya ji dewletên bijare ye ya ko vê pirinsîbê cîbicî dike.
Dîdevan Qeyser di beşê polîsên leşkerî libal rêjîma Esed kar dikir sala 2013ê ji Sûriyê reviya û 55hezar wêneyên kelaxên kesên ko bi êşkenceya bi destê endamên ewlekariya rêjîmê di zindanên rêjîma Esed ji sala 2011-2015 hatine kuştin kom kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî +Elqudis Elerebî