Desteya danustandinê ya Sûrî duhî roja yekşemê piştevaniya xwe ji bo vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê nîşan da, piştî hemahengiya ligel artêşa azad ya Sûrî û hikûmeta Tirkîiyê, û diyar kir ku vekişîna ji nişka ve dibe valahiyekê çêbike, û bête bikaranîn ji aliyê rejîma Esad û hevalbendên wê ve.
Serokê desteya danustandinê Dr. Nasr El-Herîrî, li ser malpera xwe ya fermî li ser “Twitter”ê got ku her vekişandineke bilez û bêbername ya Amerîka ji Sûriyê, dibe valahiyekê çêbike û ji aliyê hêzên rejîma Esed û milîsên Îranê yanjî ji aliyê rêxistina DAIŞ bête dagirtin.
El-Herîrî ragihand ku agahiyên tekezkirî li rex wan hene li ser amadebaşiya hêzên Esed û çekdarên Îranê ji bo sûdewergirtina ji biryara paşvekişana Amerîka ji bo kontrolkirina wan deverên hêzên Amerîkî ji wan vedikişin.
El-Herîrî got ku desteya danustandinê bi fermî û bi awayekî rasterast ji aliyê karbidestên Amerîkî ve hat agahdarkirin bi biryara vekişîna bilez û bi temamî ya hêzên Amerîkî ji Sûriyê, tevlî berdewamiya Amerîkayê li ser xebata li dijî terorîstiyê û derxistina Îranê û karê ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ligor biryara Civata Ewlekariyê ya 2254 li Sûriyê.
El-Herîrî, bal kişand ku rêxistina DAIŞê hêjî bi dawî nehatiye, û got ku hîn sedemên sereke yên peydabûna vê rêxistinê nehatine çareserkirin, û herwisa berpirsyariya hemû felaket û bobelatên hatine serê gelê Sûriyê her ji destpêka ragihandina şerê ji aliyê rejîmê li dijî gelê Sûriyê xist li ser milê rejîma Esed û çekdarên îranî.