Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got: “Tiştê ko li Sûriyê dibe qonaxa Şoreşê derabas kiriye Miletê Sûrî Şerê serxwebûnê dike. Em di miletê Sûrî digihên çimkî me jî berê şerê serxwebûnê kiriye. Ji ber evê yekê jî em li Tirkiyê li kêlekê dirawestin wek dewletek li rex dîmuqratî û azadiyê biraweste.”
Ev axaftin di komcivîna bala ya xanimên Koma Her Bîstan îro înê li Istanbûlê got. Di axaftina serokatiya Tirkiyê ji Koma Bîstan re Erdogan bêtir got: “Tirkiyê li dijî hemû Rêkxistinên tiroristî ye eger çi navî li xwe bikin û çi aramancên wan bin û awa û gotinên wan çi bin.” Berdewam kir “dewletin hene piştgiriya hin Rêkxistinên tirorist dikin û xwe diyar dikin wek ew şerê yên din dikin ew li kêleka tiroristiyê dirawestin. ” tekez kir ko “Rawestana li dijî tiroristiyê helwesteke sincî ye”
Erdogan destnîşan kir ko Tirkiyê li hemû Rêkxistinên tiroristî bi heman pleya metirsiyê dinere, ji ber wilo jî ew şerê PKK û Yekîtiya Dîmuqratî û Yekîniyên Parastina Gel (YPG) dike.” Berdewam kir “divê yê ko piştgiriya Rêkxistinên tirorist dike bizanin ko herêmê û cîhanê ber bi bobelatê ve dibin.”
Alayên Leşkerî Sûrî daxuyaniyek di derbarê êrîşên dijminane yên Rûsya dederxistin tê de gotin: “Cenga me ya dahatî Cenga rizgarkirina xaka me ji dagîrkerên Îran û Rûsyayê ye ” hem doz li hemû Alayên Leşkerî kir ko Gotin û rêzên xwe bikin yek û nakokiyên xwe li paş xwe bihêlin li pêşberî armanca rizgarkirina xakê û parastina nasnameya gelê Sûrî.”
Alayên leşkerî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ko ev biwarê nuh gerek dewletên herêmê û hevalbend bilez hevpeymaneke herêmî li dijî Rûsiya û Îranê dagîrkerên Sûriyê û bihêlin dawiya wî li Sûriyê be.
Emîndarê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Yihya Meketebî tekez kir ko Şoreşa Sûriyê ji Şoreşekê li dijî rêjîmê bûye Şoreşeke rizgarkirina xakê ji dest dagîrkerên Rûsya û Îranê.
Û got: Îro Miletê Sûrî beraberiya dagîrkirin û tiroristiyeke pir reng dike. Ji dagîrkirina Îranê heta tiroristiya çeteyan wek çeteyên Hizbullah û Daiş û Fatimiyîn û nandozên din.
Jêder: Hevbendî+Acans