Operasiyona leşkerî ya rêjîmê û milîtanên Îranî û bi piştgiriya asmanî ya Rûsî ya birine ser Dera û derdorên wê, bû sedema ku bi sedan sivîl tevlî jin û zarokan şehîd û birîndar bibin, û pêlên derbideriyê pir bibin, ko ji sala 2011ê ve wek vî rengî nebûye.
Duhî komela bijîşkî ya Sûrî-Emerîkî di rûpelê xwe yê medya civakî (Facebook)de diyar kir ko bêtir ji 500 sivîlî birîndar bûne ,û ne kêmî 350hezarî di êrîşên dawî de yên li ser herêma başûr derbider bûne.
Rêkxistinê bêtir got ko operasiyona bombebaranê ya li ser başûrê Sûriyê, hişt mezintirîn qeyrana derbideriyê pêkwere, ku ji destpêka şoreşê ve weha nebûye, û piraniya derbideran zarok û jin û kal û pîr in. û bal kişand ser ku derbiderên li ser sînorê Urdin û Colana dagîrkirî, di rewşeke mirovî ya aloz de dijîn, û guhdana bijîşkî û xwarin û ava vexwarinê pir kêm in.
Rêkxistinê tekez kir ko piraniya derbideran li çolistanan radikevin, li ber germa rojê û guhdana bijîşkî tuneye, û gelek ji wan pêdiviya wan bi guhdana bijîşkî heye, bi taybetî ew kesên nexweşiyên demdirêj bi wan re hene wek nexweşiya şekir û ya dil.
Û rêkxistinê got ku di dema şopandina tîma wê ya li Dera de, wan dît ku nexweşiyên çermî û kulbûna çerm li nav zarokan heye, bi sedema germê û nebûna kazînên avrêjê.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, agahî dabû ko bûyerên li Dera pêk hatine dikevin xana tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovîniyê, û amanc jê ew e ferizkirina peymanîn lihevkirina kotekî li ser wan, û berpirsiyarî da ser milê civaka navdewletî piştî bêdengiya wê li ser binpêkirinan û cîbicînekirina biryarên navdewletî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî