Kovara Forîn Polîsî ya Emerîkî anî ziman ko çekên kîmawî yên ko rêjîma Esed li dijî miletê Sûrî bikar tine, ew ne arîşeya bi tenê ye li welat, û bêtir got ko: “Çekên normal ji çekên kîmawî bêtir wan dikujin.”
Nivîskar Pol Mîler di nivîsa xwe ya di rojnameyê de got ku serokê berê yê Emerîka Barak Obama sala 2012ê hişyarî dabû Beşar Elesed û xêzên sor ji bo bikaranîna çekên kîmawî di cenga ko ji şeş salan ve li ser miletê Sûrî ragihandiye jê re danîbûn.
Rojnameyê got tev li hişyariyên Obama, Esed gaza Sarîn li dijî sivîlan sala di pey re bikar anî, evê yekê hişt ko Obama bêje: “bikaranîna çekên kîmawî li çi cihî ji cîhanê be, binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye û gef e li ser ewlekariya li her cihî”.
Rojnameyê bêtir got ko serok Donald Tiramp aşkere hevnerîn e digel serokê berê, û ji ber vê yekê ferman bi bombebaraneke mûşekan da li ser firokxana Elşûeyrat ya leşkerî li gundewarê Humsê yê rojhilat, yê ko di bin kontrola rêjîmê de ye yê ko êrîşa rêjîmê li ser Xan Şêxûn li gundewarê Idlibê bi çekên kîmawî ji wir bû.
Forîn Polîsî got ku girêdana bersivdana Emerîkî bi mercê bikaranîna çekên kîmawî re ji hêla Istiratîcî ve bêsûde ye, çimkî li wir çekên normal tê bikaranîn û ew Sûriyan bêtir dikuje.
Rojnameyê diyar kir ko gerek Emerîka demê derfet bigire û nehêle ev çekên normal jî yên milet dikujin bikar bîne, û guhdana Emerîka tenê li qurbaniyan be, û ne li ser alavên ko wan pê dikujin be.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans