Werzîrên derve yên heft dewletan di daxuyaniyeke hevbeş de mixabiniya xwe diyar kirin derbarê encûmena ewlehiyê nikarîbû sivîlên Sûriyê biparêze, û wezîrên her heft dewletan, li rex civînên komelgeha Netewên Yekgirtî li New Yorkê ‘’soz dan ko welatên wan dê lêbûrîna çi bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê nekin.‘’
Wezîrên derve yên Emrîka, Birîtanya, Firensa, Elmanya, Siûdî, Misir û Urdin, di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku ‘’pêdiviyeke zor bi çareseriyeke siyasî li Sûriyê heye ‘’, bi hêz amaje bi biryara encûmena ewlehiyê hejmar 2254 kirin.
Daxuyaniyê daxwaz kir ku ‘’agirbesteke rastî û diristî li Idlib çêbibe, û nabe lêbûrîn derbarê bikaranîna çekên kîmawî hebe,‘’ her weha daxwaz ji hemû aliyan kir ji bo “dabînkirina pabendiya hemû Aliyan bi sozên xwe li gora yasaya navdewletî.
Daxuyaniyê bal kêşand li ser giringiya dadpirsînê di çi bizava ko bigehên çareseriyeke herdemî û giştî û aştiyane de, û hemû aliyên binpêkirinên mafên mirovan kirine siza bibin.
Şandyarê Emrîkî bo Sûriyê James Jeffrey di hevpeyivînekê de bi rojnameya Elerebiye re duhî înê got ku welatê wî tekez dike ko rêjîma Esed kilorîn li Sûriyê bikar aniye, û destnîşan kir ko Emrîka ‘’ çend bijarde li bal wê hene ji bo sizakirina rêjîma Beşar Elesed yek ji wan ya leşkerî ye.‘’
Wezîrê derve yê Emrîkî Mayik Bombiyo tekez kir ko welatê wî gihaye encamekê ko rêjîma Esed kilorîn wekû çekê kîmawî 19 gulanê bikar aniye, di operasiyona leşkerî ya li ser Idlibê de, û bal kêşand ser ko rêjîma Esed berpirsa gelek tawanên ku nayêne hejmartin e, û hin ji wan gihane pleya tawanên cengê û tawanên li dijî mirovayetiyê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî