Dewleta Kuwêt ragihand ku çareseriya siyasî hêjî takerê ye ji bo kêşeya Sûriyeyê, ku daxwazên gelê Sûriyeyê dabîn dike, û ligel tekista daxuyaniya Cenevê ya sala 2012’an digunce.
Nunerê hertimî yê Kuwêt li Netewên Yekbûyî li Cenevê, Balyoz Cemal El-Xinêm, duhî roja duşemê di axaftina xwe de li pêşberî xula 39’emîn ya Konseya Netewên Yekbûyî ya mafên mirovan, ji bo pabendbûn û pêgiriya bi rêkeftinên navdewletî yên taybet, daxwaz kir ku bala xwe bidin pirsên mirovî û vekirina rê li pêşiya gihiştina alîkariyên pizîşkî û qedexekirina dorpêçkirina deverên nişteciyan.
El-Xinêm got ku Kuwêt bi tundî binpêkirinên metirsîdar û sîstematîk ji mafên mirovan re dijî gelê me li tevaya Sûriyê şermezar dike, û cext li ser pêwîstiya wê yekê kir ku divê civaka navnetewî serederiyê ligel her tawanekî bigihêje asta tawanên dijemirov û şer li Sûriyê bike.
Balyozê Kuwêt diyar kir ku welatê wî êrîşên berdewam ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê li ser dezgehên bijîşkî û jêrxana bingehîn û bikaranîna çekên giran û êrîşên esmanî yên bi gelek caran qurbaniyên wan sivîl û bêguneh in, şermezar dike.
Balyozê Kuwêtê bal kişand li ser pêwîstiya ku civaka navnetewî guh bide vê mijara giring, ji bo rê li pêşiya encamên wê bigire, “ji bo parastina Sûriyê ji êş û derdên zêdetir”.
Kuwêt xwest rê bêne vekirin li pêşiya hatina Netewên Yekbûyî û ajansên mirovahî bi azadî û bê kelem ji bo hemû deverên Sûriyê, tevlî deverên dorpêçkirî, da ku bi rola xwe ya însanî bo kesên sivîl li wan deveran rabin.
El-Xinêm ji hemî welatên ku pabendbûna xwe di şeş konferansên derbarê Sûriyê de ragihandibûn xwest, ku sozên xwe bi cî bînin û piştgiriya gelê Sûriyê li derve û hundur bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê