Netewên Yekbûyî dîsa daxwaz kir ji bo tekûzkirina vekolînan û destnîşankirina berpirsiyarên ko çekên kîmawî li Sûryê bi kar anîne û wan siza bikin, her weha Ferensa jî got ku ewê hemû nîşanên li dev wê hene derbarê kesên ko çekên kîmawî bikar anîne biparêze, da tewankar bêne sizakirin.
Di rûniştina Encûmena Ewlekariyê li Niyûyorkê roja pêncşembê li ser ‘’nehêlana belavbûna çekên wêraniyê û pêrabînên pêkanîna baweriyê ‘’ emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Entonyo Gotîrîş got ku bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê beraberiyeke metirsîdar e ji qedexeyên cîhanî re yên bi çekên wêraniya tekûz têkildar in.
Bêtir got: ‘’eger careka din çekên kîmawî li Sûriyê bikar hat, gerek civaka navdewletî alavine bikêrhatî bibîne û wan bide lêpirsînê, û tekez kir ko bêyî sizakirina kesên destê wan di bikaranîna çekan de heye ew dê bihêle ew kes dîsa wan çekan bikar bînin. ‘’
Şandyarê Frensa yê li Netewên Yekgirtî Firensiwa Dîlater ragehand ko welatê wî dê civînekê roja sêşembê li Parîsê ji 30 dewletan pêk bê ji bo hemû alavên heyî kom bikin û wan biparêzin ji bo aliyên berpirsiyar destnîşan bikin û sizayên pêdivî bidin wan.
Bêtir got: ‘’Giring e agahî li ser bikarhênerên çekên kîmawî û kesên pirogramên wan danîne li rex me hebin, da ew kes ji dadgehan re bên pêşkêşkirin, dema ku çax û rewşa siyasî guncaw bin. ‘’
Encûmena Ewlekariyê nikarî bû dema vekolîna hevbeş dirêj bike ji bo vekolînê di bikaranîna çekên kîmawî de li Sûriyê berdewam bike, ji ber Rûsya mafê redkirinê Vîto sê caran ji çêriya yekem ve bikar aniye.
Komîta vekolînê encam da ko rêjîma Esed wê gaza sarîn li komkujiya Xan Şêxûn li gundewarê Idlib bikar aniye, û ew ji nav 27 operasiyonên hêzên Esed ko çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar anîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans