Piraniya dewletên endam di Komelgeha Giştî Ya Neteweyên Yekbûyî de, deng dane ji bo pirojê biryarekê derbarê binpêkirinên rêjîma Esed ji mafên mirovan re, û daxwaza rêkarên vebir kirine ji bo misogerkirina nehêlana çekên rijêmê yên kîmawî.
Û biryarê binpêkirinên mezin û rêbazkirî û berfireh ji mafên mirovan re ji hêla rêjîma Esed û milîsên bi ser wê ve pirotesto kirin, û daxwaza danîna rêkarên vebir kirin ji bo ruxandina pirogramê çekên kîmawî yên rêjîm, û nehêlana bikaranîna wan careke din, her weha koçberkirina kotekî ji xelkên Sûriyê re şermezar kir.
Û nûnera Qeterê di neteweyên yekbûyî de, ‘Alya Al Sanî, got ku erkekî sincî û exlaqî û yasayî li ser milê civaka navdewletî heye, ji bo danîna dawiyekê ji binpêkirinên tên kirin re, ji hêla kîjan alî li Sûriyê be, bi taybetî ewên ji hêla rijêma Esed û DAIŞê tên kirin.
Û nûnera Qeterê di bersiva nûnerê Beşar Esed de got ku hewildanên nûnerê rêjîmê nikarin viyana Qeterê kêm bike derbarê xwedîderketina li erkên xwe yên yasayî û exlaqî û mafê mirovan li Sûyê.
Û ‘Alya Al Sanî weha jî got:“Em tekeziyê li ser naveroka pirojeyê biryarê dikin, bi bidawîanîna binpêkirinan û çanda rizgarbûna ji sizayan, û divê li gor yasaya navdewletî kesên berpirên tewanan bên sizakirin”.
Û biryara navdewletî binpêkirinên rêbazkirî dijî mafên sivîlan li Sûriyê her ji destpêka şoreşa Sûriyê de 2011, pirotesto kirin, û berpirsyariya di ber wan tewanan de xist hustê rêjîmê.
Û biryara navdewletî daxwaza derketina şervanên biyanî ji Sûriyê kir, û “Feyleqa Qudus” û “Pasdarên Îranê ” û “ Hizbullah” bi nav gotin, û daxwaza vekêşana wan ji Siyê kir.
Û ji hêla xwe de, nûnerê Erebistana Si’ûdî li NY, Abdullah Almuellimî, desthilata Îranê bi kiryarên mezhebperestî tohmetbar kir, dema ew xelkên hin taxan derbider dike û xelkên xwe yên mezhebperest tînin şûna wan, ku ev rengek ji cînosaydê tê dîtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî/ Ajans