Papa Firensîs Duh yekşembê bang li civaka navdewletî û aliyên kartêker li Sûriyê kir ji bo berevaniya mafên mirovan bikin û sivîlan li parêzgeha Idlibê ya ko ketiye ber gefên rêjîma Esed û hevalbendên wê biparêzin.
Papa Firensîs li pêşberî bi hezaran kesên ko li meydana Qedîs Bitris civiyabûn da şîretên wî yên heftane bibihîzin destnîşan kir ko ‘’ bayê cengê tê û em nûçein tirsnak li ser metirsiya çêbûna bobelateke mirovînî li Idliba Sûriyê dibihîzin ‘’
Papa di gotara xwe de got: ‘’dîsa ez banga xwe digihînim civaka navdewletî û hemû aliyên katêker li Sûriyê, bila diblomasiyet û gotûbêjê bikar bînin tako rêzgirtina mafên mirovan ya navdewletî dabîn bibe, û sivîl bêne parastin. ‘’
Netewên yekbûyî jî çarşemba borî hişyarî dabû ji êrîşên ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê li ser Idlibê, ko dibe 800hezar sivîlî koçber bike, û daxwaz ji Rûsya, Tirkiyê û Îranê kir ko çareseriyeke siyasî ji rewşa Idlib re bibînin.
Berdevka nivîsgeha hevrêzkariyê ya bi ser bi Netewên yekgirtî ve Lînda Tom, got ku êrîşa hêzên rêjîmê li ser Idlib ya tête çarverêkirin; dê hejmara hewcedarên alîkariyên mirovî zêdetir bike.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê tekez kir ko êrîşa rêjîmê û hevalbendên wê li ser parêzgeha Idlibê dê bobelatan çêbike, û bêtir got ko operaisyona leşkerî ya ko rêjîm û hrevalbendên wê dixwazin dijî parêzgehê bikin, dê bizava civaka navdewletî û pêvajoya aştiyê têk bide.
Parêzgeha Idlib ji herêmên peymana kêmkirina şer e, ew peymana ko Rûsya û Tirkiya û Îranê di 17 gulana 2017 li Astane imze kirine, û dê hêzên Tirkiyê û Rûsya lê belav bibin ji bo çavdêriya cîbicîkirina rêkeftinê bikin.
Jêder: nivîsgeha ragehandinê ya hevbendiya niştimanî/ Acans