Çend dewletên Erebî û yên Rojavayî êrîşa firokên rêjîma Esed bi çekên kîmawî derheqê sivîlên bajarê Dûma li Xûta rojhelat pirotesto kirin, di êrîşê de dora 100 kesî şehîd ket û bi sedan birîndar bûne. Hin berpirsiyaran daxwaz kirin ko êrîşeke leşkerî bidin ser bargehên rêjîmê yên serbazî.
Wezareta derve ya Siûdiyê duh yekşembê nîgeraniya Siûdiyê û pirotestokirina wê anî ziman derbarê êrîşa kîmawî ya dijî bajarê Dûma, û destnîşan kir ko giring e civaka navdewletî bo parastina sivîlên Sûriyê bi berpirsiyariyên xwe rabe.
Siûdiyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko bilez bo parastina sivîlan têwerdanê bike, û got ku giring e van bobelatan rawestînin û çareseriyeke aştiyane li gora pirinsîbên ragihandina Cinêva 1 û biryara Encûmena ewlehiyê 2254 bibînin.
Wezîrê derve yê Firensa Con Îf Lo Daryan got ku wê welatê wî bi erkê xwe rabe ji bo bersivdana êrîşên guman heye ku bi gaza kilorê ne, dijî sivîlên Xûta rojhelat.
Wezîrê derve yê Fitrensî got “bikaranîna çekên kîmawî tawankariyên cengê ne” û firensa berê gelek caran gotiye bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê xêza sor e, û ew yek dê bihêle Firensa derbeyên asmanî pêk bîne.
Papayê Vatîkan got: “bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan nayê pejirandin”, û got ku cenga baş û nebaş nîn e, û ti behane ji bo bikaranîna van çekan ji bo qirkirina sivîlan tuneye.
Papa Firensîs got ku gerek serpereştên siyasî û leşkerî rêyeke din bigirin, rêya danûstandinan, ko ew rêka bi tenê ye ji bo aştî û aramiyê pêk bîne, ne aştiya mirin û wêraniyê.
Di heman pêvajoyê de, emîndariya giştî ya desteya mezintirîn zanyarên olî êrîşa kîmawî ya ko rêjîmê roja şemiya borî bikar anî pirotesto kir, û di daxuyaniya wê ya ko duh derket de hatiye: ‘’ ev tawankariyeke tekûz e, bi hemû alavên xwe yên cîbicîkirinê, gerek gemkirineke tund lidij wê pêk were, û civaka navdewletî jidil tevbigere û kesên ko pê rabûne siza bibin, eger ne wisa be dê ev bobelat derheqê bêgunehan berdewam bibin‘’.
Êrîşên rêjîmê li ser Dûma ji sibata borî de ranewestiyane, operasiyoneke ko hemû bajarokên Xûta rojelat li gundewarê Şamê dane ber xwe, di encamê de mezintirîn koçkirina kotekî ji sala 2011ê ve pêk hatiye. Çalakvan dibînin ko bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan li Dûma, ji bo sertewandina xelkê ye, piştî ko wan koçkirina kotekî red kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê gelek caran hişyarî da ko dê kuştar di derheqê sivîlên Xûta de çêbibin, eger civaka navdewletî wisa bo parastina sivîlan bêçare bimîne, û pêrabênên wêrek bo cîbicîkirina biryarên navdewletî neke.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans