Rêxistina UNICEF ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve, Doh, roja Duşemê hişyarî derbarê metirsiya li ser yek milyon zarokên ku li Idlibê dimînin da, di heman dema ku hêzên Esed û yên Rûsiya berdewam in di bombebarankirina deverên sivîlnişîn û navendên xizmetguzariyê li wê parêzgehê.
Rêveberê wê rêxistinê li Rojhilata Navîn, Xeyret Kabalarî, di daxuyaniyekê de tekez kir ku yek milyon zarok li Idlibê li jêr metirsiyê ne, û got ku li gor raportên 36 demjimêrên derbasbûyî, 28 zarok li Idlib û Rojavayê Helebê hatine kuştin, û da zanîn ku di nava hejmara kuştiyên ku zêde bûne, malbatek ji heft kesan pêk dihat heye.
Herwiha Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, tekez kiribû ku rejîma Esed û Rûsiya tawanên şer derheqê sivîlan li Idlibê pêk anîne, ew jî di encama armanckirina deverên sivîlnişîn û navendên xizmetguzariyê bi rêya bombebarana asîmanî.
Kabalarî got ku sê navendên tenduristî ku UNICEF piştevaniya wan dike hatine armanckirin, ku du ji wan alîkariyan pêşkêşî zarok û jinan dikin, û niha ji kar derketiye bi sedema zirarên ku gihiştine wan ji encama bombebaranê.
Ji encama Bombebrana ser Idlibê hejmarek ji welatiyan şehîd ketin, jin û zarok jî di nava wan de hebûn, û Idlib ji mezintirîn komelgehên sivîlnişîne piştî prosêsên koçkirina bi zorê ji aliyê hêzên rejîmê û hevelbenda wê Rûsiya, û milîsên terorîst yên Îranî.
Netewên Yekgirtî ragihandibû ku derdora çar Milyon kes li Idlibê dijîn, herwiha hevrêzkarên El-Istîcabe(Bersivdayînê) dabû zanîn ku 88 hezar kes di kampên ne rêkxistî de dijîn, û di rewşeke xerab de jiyana xwe derbas dikin.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste tedbîrên nû ji aliyê Civaka Navdewletî werin standin, da nehêle rejîma Esed êrîşên nû ser Idlibê encam bide, û tawanên nû li dijî sivîlan pêk neyne.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê