Nûnera herdemî ya dewleta Qeter libal Netewên Yekgirtî, Alya Ehmed bin Sêf Al Tanî, tekez kir ko hêj sivîl derdeseriya bobelata ji çend salan ve li Sûriyê çêdibe dikşînin, bi taybetî di rewşa dijwar a ko penaber li kampên derbideran têde dijîn.
Nûnera Qeterê got: ‘’ Alîkariya mirovî bingeh e, lê rêya bitenê ko evî derdî bidawî bike, û rê li ber gefên li ser aştî û ewlehiya navdewletî bigire ew e gihiştina çareseriyeke aştyane, ya hêviyên miletê Sûrî pêk bîne.‘’
Nûnera Qeterê di gotina xwe ya li Encûmena Ewlehiya Navdewletî destnîşan kir ko ‘’ Gerek çareseriya siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 be, ya yekîtiya Sûriyê wek welat û serwerî û serbixwebûna wê biparêze. ‘’
Nûnera Qeterê got: ‘’Heta ko veguhastina siyasî û lihevhatina niştimanî çêbibe, gerek dadpirsîn ligel kesên tawankariyên cengê kirine yên ko yasayên navdewletî û yasaya navdewletî ya mirovî binpê kirine bibe, û ‘’ Bal kişand ser ‘’ rewşa mirovî ya pir aloz li kampên penaberan bi sedema pêla sermê ya ko hatiye.‘’
Berê jî wezîrê derve yê Qeterê şêx Mihemed Bin Ebdilrehman Al Tanî got welatê wî nabîne ko hewcedarî bi vekirina balyozxaneyê li Şamê heye, û bal kişand ser nerazîbûna welatê xwe ji vegerandina rêjîma Esed li komkara erebî.
Wezîrê Qeterê destnîşan kir ko ‘’ Peywendî di vê qonaxê de digel rêjîmê, peywendî bi kesekî re ye ko tawankariyên cengê kirine, û gerek ev mijar neyê pejirandin‘’. Û got ‘’Helwesta Qeterê bo vegerandina rêjîma Esed ji roja pêşî ve nehatiye guhertin. ‘’
Tête destnîşankirin ko komkara erebî di çêriya duyem de sala 2011ê, endametiya Sûriyê helawîstiye piştî ko hêzên rêjîmê xwepêşinderên aştiyane yên şoreşa Sûriyê serkut kirin.
Ofêsa Ragehandin ya Hevbendiya Niştimanî