Qeter daxwaza rawestandina binpêkirinên metirsîdar ji yasa û zagona navdewletî û mafên mirovan re yên li dijî sivîlên Sûriyê dibin, ji rijêma Esed kir.
Ev axafin duhî li New Yourk hat di gotara wezîrê derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdilrehman Alsanî di civîna komeleya giştî ya NY de.
Wezîrê derve yê Qeterê dazwaz ji rijêma Bişar Esed kir ku ” giyanê gelê Sûriyê erzan nebîne û riftarê jidil bi danustandinên çareserkirina kirîzê re bike”, û tekez kir ku” hêjî binpêkirin berdewam in, çi li ser destê rijêma Esed yan li ser destê rêxistina DAIŞ be“.
Wezîrê Qeterê daxwaza “cêbicêkirina piransîpê dadweriyê û dadgehkirina encamderên binpêkirin û tawanan li Sûriyê” ji civaka navdewletî kir, û ev yek bi riya dirust dît ji bo veguhestina siyasî û hevdengiya niştimanî.
Wezîrê Qeterê dubare piştgiriya welatê xwe ji bo bizavên çareseriya siyasî yên li ser binyadê daxwiyaniya Cinêv (2012) û biryarên encûmena asayîşê û tevî biryara 2254 ya sala 2015 an ragihand, û cext li ser bizavên Dewha kir yên ji bo dabînkirina agirbestê û rawestandina şer û bidawîkirina tundutîjiyê ligor soznameya NY û yasa mirov ya navdewletî.
Û di raporta dawiyê de ya komîta lêkolîna navdewletî ya serbixwe ya derbarê Sûriyê “berpirsyaretiya hêzên Rijêmê di ber bikaranîna çekên kêmiyayî de li bajarokê Xanşîxon li gundewarê Idlibê li nîsana borî tekez kiribû”, û komîta navhatî gotibû ku li ser destê rijêma Esed “tawanên şer” hatine pêkanîn bi rêka bikaranîna çekên kêmiyayî li dijî sivîlên welêt.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/wekalat