Serokê Tirkî Receb Teyib Ardogan û serokê Emerîka Donald Tramp li ser berdewamkirina hevrêzkariyê di navbera hev de bo çêkirina herêmeke aram li rojhelatê ferat, hem bo piştgiriya pirosêsa siyasî ta gihiştina çareseriyeke siyasî li gora biryarên navdewletî li hev kirin.
Ev di rêya telefonê de duhî pêncşembê di navbera herdu serokan de pêk hat, ko wan çend kêşe û ya sereke vekêşana hêzên Emerîkî ji Sûriyê gengeşe kirin.
Li gora acansa Anadol ji jêderin Tirkî guhastiye: Herdu serokan li ser cîbicîkirina vekêşana hêzên Emerîkî ji Sûriyê li gora berjewendiyên hevbeş, û her weha rawestana dijî tirorê bi hemû cûreyên wê ve li hev kirin.
Di 19 çileyê pêşî yê bûrî de, Tiramp biryar da ko ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekşîne, çimkî ew di şerê rêkxistina Daiş biser ket, lê dem destnîşan nekiriye, lê berpirsiyarin Emerîkî texmîn dikin ko ewê heta Adar an nîsana dahatî berdewam bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko avakirina herêma aram di çarçoveya piştgiriya çareserkirina siyasî de tê, û tekez kir ko amanca dûmahiyê dabînkirina ewlehiyê li tevaya welat e.
Bal kişand ser ko herêma aram giringiyek e, ji bo cihekî ewle be ji sivîlên Sûriyê re, hem ji bo hêsankirina vegera panaberan bo welat, û got ku giring e hevrêzkarî di navbera Waşinton û Enqere de piştî vekêşana Emerîka çêbibe, û destnîşan kir ko amanc jê bo valahî li cihên Emerîkî jê derkevin çênebe, û ji aliyê rêkxistinên tirorist an rêjîm û hevalbendên wê neyê dagirtin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî