Rêxistina Tenduristiya Cîhanî di raporta xwe ya roja Înê de amaje bi wê yekê kir ku baregehên tenduristî li bajarokê Meyadîn yê ser bi Dêrazorê ve rastî êrîşê hatin û di encamê de navendek hate wêrankirin ku 130 hezar derziyên li dijî nexweşyia sorka û pûçbûnaa zarokan têde hebûn.
Rêxistinê got ku ev êrîş dê bihêle bi hezaran zarok tûşî vayrosên herdû nexweşiyan bibin , û destnîşan kir ku dê ev herdû nexweşî bilez li deverên şer belav bibin, Herwiha Nûnera Rêxistinê li Sûriyê Êlîzabêt Hof di daxuiyaniyekê de ev êrîş şermezar kir û got: “Em bi tundî van kiryaran şermezar dikin, û destnîşan kir ku armanckirina van dermanan ne rewa ye di şeran de“.
Rêxistinê bêtir got ku raporên gihştine destê wê diyar dikin ku odeya sarkirina wan dermanan di navendên tendurstî de li bajarokê Meyadîn yê ser bi Dêrazorê ve rastî êrîşê hatiye, û di wan raporan de zelal nekirine ka kê ew dever kirine armanc.
Li gor rêxistina cîhanî, 100 hezar derziyên li dijî nexweşiya Sorka û 35 hezar yên li dijî nexweşiya pûçbûnê, herwiha hin amrazên din di wê navendê de hebûn.
Berya niha jî Tenduristiya Cîhanî çavdêriya belavbûna nexweşiya pûçbûnê li heman deverê di sala 2013-2014an de kiribû, herwiha rêxistinê tekez kir ku ew gihştin zêdetirî 252 hezar zarokî di helmeta xwe ya derzîdana li dijî pûçbûna zarokan li bajarê Dêrazorê.
Berya niha rêxistina cîhanî gotibû ku ji Adara borî ve herî kêm 17 zarok li Sûriyû tûşî nexweşiya pûçbûna zarokan bûne, û rêxistina navborî ji pêketina 15 zarokan bi vê nexweşiyê piştrast kir, ji dema ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanî bo yekem car ragihand berya du heftiyan ku Sûriyê zehmetiya belavbûna vê nexweşiyê ji sla 2014an ve dikşîne.
Jêder, Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê/ Jiyan