Êrîna Bokova, birêveberiya giştî ya Rêkxistina Netewên Yekbûyî Ya Perwerde Û Zanist Û Çandeyê (UNESCO), kirdeyên wêraniya nû ko rêkxistina DAIŞê li Tedmura Sûrî ya şûnwarî ya di lîsteya arkolojî ya Cîhanî de ye dike pirotesto kir. û Bokova dibîne ko ew tawana cengê ye.
Hin jêderên xwecihî ji Tedmura li gundewarê Humsê, zanyarî dan ku rêkxistina Daişê ji çend rojan ve avahiya Şanoya Romanî û “Titerabîlon” ya şûnwarî wêran kiriye, ya ji 16 stûnên şûnwarî pêk tê, di nav wan yek resen e, û 15 dubare bi parçeyên Stûnên resen hatine avakirin.
Di Sala 2016an de hêzên rêjîmê 16 navendên şûnwarî tevlî 4 mûzexaneyan amanc kirine. û ya dawî Perestgeha “Xwedawend Tîka” ya Romanî bû, di êrîşên li ser bajarokê “Eyn Elfîcê” ya li herêmêa Wadî Bereda li gundewarê Şamê, her weha hêzên Rûsya navendeke şûnwarî armanc kiriye, li gora ko Toreya Sûriyê ya mafê mirovan belgeh kiriye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko rêjîma Esed û rêkxistina DAIŞê hêj di wêrankirina jêrxane û şûnwarên welat de berdewam in, û dijminkariya xwe ji pêmayê çandeyî û şaristanî re li Sûriyê diyar dikin. Êrîşên hovane yên rêjîmê û hevalbendên wê li ser Helebê bêtir ji 1500 avahiyên şûnwarî, û bi hezaran malên bajêr û bêtir ji nîvê bazaran wêran kirine.
Hevbendiya Niştimanî ji Rêkxistina Netewên Yekbûyî ya perwerde û zanist û çandeyê (UNESKO), her weha ji aliyên navdewletî yên şûnwaran diparêzin daxwaz kir ko digel miletê Sûrî kar bikin, tako şûnwarên mayî biparêzin û ji destê hêzên rêjîmê û rêxistina DAIŞ rizgar bikin, ji ber ku wan ji destpêka şoreşê ve rik û kîna xwe ji çi tiştên şaristanî û mirovî re diyar kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans