Rêkxistina Netewên Yekbûyî ya perwerde û zanist û çandê (UNESCO) doh pêncşembê doz li rêjîma Beşar Elesed kir da pêzanînên kuştina çalakvan Basil Xertebîl Elsefedî , yê ko bi êşkenceyê di binê zindanên rêjîmê de hatiye kuştin diyar bike.
Birêvebera giştî ya UNESCO Êrîna Bokova di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku “Basil Xertebîl ji bo piştgiriya azadiya derbirînê û alîkariya miletê Sûrî kar kir, da karibin sûdeyê ji toreya Internetê wergirin û di riya wê re bixebitin”.
Bokova got: “mirina wî ziyanek bû ji wan kesan re yên zanînê di kenalên vekirî re parvedikin”, û doz li rêjîma Esed kir ko pêzanînên bi kuştina wî ve têkildar in diyar bike.
Berê jî çend rêkxistin û kesayetiyên navdewletî û yên xwecihî kuştina Basil Elsefedî di girtîgehên rêjîma Esed de pirotesto kirin, û Emerîka berpirsiyariya kuştina çalakvan û pirogramsaz Elsefedî da ser milê rêjîmê.
Rêkxistina lêborîna navdewletî sêşemba derbasbûyî nûçeya darvekirina Pirogramsazê Sûrî ji 2015ê ve tekez kir. her weha hevjîna wî ya mafnas Nûra Gazî Elsefedî di rûpelê xwe yê Facebookê de ragihand ko Basil piştî veguheztina wî ji zindana E’edra ya li Şamê di 3.10.2015ê şehîd ket.
Elsefedî sala 1981ê jidayik bûye û ew yê herî binavûdeng bû di warê karê xwe de, û naznavê balyozê “Elmuşa’” lê hat kirn ji ber bizava wî di pirojeyê “Mozîla” de.
Tê zanîn ku hêzên ewlekariya rêjîma Esed di adara 2012ê de ew girtibûn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans