Ajansa piştevanî û bikarkirina penaberên Filistînî “UNRWA”, duh sêşemê ragihand ku wê kariye kuştina 18 karmdndên saziyên (UNRWA) li Sûriyê her ji destpêka şoreşê bi belge bike, ligel belgekirina binçavkirina 28 kesên din ku hêjî jî bêserûşûn û binçavkirî ne.
Ajansê di rapora xwe de da zanîn ku karmendên wê bi sedemên cuda hatine kuştin: hin bi topbaranê, segmankirin, bi guleyên bêserûber, revandin, kuştin, yan bi otomobêlên mînrêjkirî yan jî bi bombeyan, li çend deverên Sûriyê.
Ajansa UNRWA, bal kişand ku nêzîkî 4,000 karmendên jin û mêr li Sûriyê dixebitin, û UNRWA bi riya karmendên xwe bi pêşkêşkirina xizmetên sereke di warên perwerdehî, tenduristî û alîkariyê de radibe, li gel pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji penaberên Filistînî re.
Tîma çavderî û dokumentkirinê ya koma xebatê ji bo Filistîniyan li Sûriyê, di heştê vê mehê de, kuştina (3.987) penaberên Filistînî li Sûrîyê her ji destpêka şoreşê ve di adara 2011 û heta Hezîrana 2019’an bi sedemên topbaranan, dorpêçkirinê, yan jî bi îşkencekirina di girtîgehan û navendên binçavkirinê de dokument kiribû.
Tîma çavdêrî û belgekirinê diyar kiribû ku komeke ji (1.212) penaberan bi sedema bombebaranê, û (1.077) bi fîşek û guleyan hatine kuştin, û (604) Filistînî di bin îşkenceyê di girtîgehên rejîma Esed de hatine kuşgin, û 311 kesên din jî bi guleyên segmanan hatine kuştin.
Dîsa Tîma çavdêrî û belgekirinê gotibû ku 205 kes ji ber dorpêçkirin û nebûna tendurîstiyê mirine, û 142 penaberên din ji encama teqînan, hevdem 92 qurbanî ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên hatin bidarvekirin, û (87) bi sedemên nenas, û 52 qurbaniyên xeniqîna di ava deriyan di geştên ber bi Ewropa de, û 315 kesên din bi sedemên cuda weke bidarvekirin, şewtandin û xenqandin.
Ku ji aliyê hêzên rejîmê bi piştgiriya firokeyên Rusyan kampanyeke leşkerî ya mezin li dijî kampên penaberên Filîstînî li deverên cûda yên Sûriyê hatin pêkanîn, ku topbaran bû sedema wêraniyeke mezin di binesazî û jêrxana bingehîn di nav de sazî û dibistanên UNRWA li kampên Yermûk, Der’a, Xanşêxon, Hndarat û Muzeireeb, û tevî kuştina bi dehan kesên sivîl û xwendekarên dibistanan û karmendên ajansê.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî