Emerîka dibîne ko Beşar Elesed “şermek e bo mirovîniyê”, û tekez kir ko ew “ Dixwazin awayê serederiya vê rêjîmê bi miletê wê re biguherin” , li gora ko şandyarê Emerîkî yên taybet bo Sûriyê Cêmis Cifrî dibêje.
Cêfrî di axaftineke taybet de bo acansa Novostî û rojnameya Komîrsant yên Rûsî got: ‘’ em dibêjin Esed şermek e bo mirovîniyê û tawankarekî cengê ye, û dibe ku mezintirîn tawankarê cengê di cîhana evro de be, û dê çi peywendiyên baş yên welatê me ligel wî tune bin, lê tev wisa jî em bi pirosêseke siyasî ya ko digel miletê Sûrî û hevkariya pê re pabend in ‘’.
Got welatê wî serperştî û rêjîma Şamê naguhere, û diyar kir ko gerek miletê Sûrî bi xwe biryarê bide kî dê desthilatdariyê lê bike.
Berpirsiyarê Emerîkî got: ‘’Waşinton bizavê nake bo guhertina rêjîmê lê guhertina awayê rêjîmê beraber miletê wê û cîranên wê û civaka navdewletî amanc dike, ji nav jî bikaranîna çekên kîmawî û êşkencedanê, tiştê ko herêmê di bin gefan de dihêle; têwerdana Îranî ye, û ew destê Daiş eger ne rasterast be jî li herêmê û Ewropa berdide, hem jî bi milyonên penaberan ber bi Ewropa, Tirkiyê, Libnan û Urdinê de dişîne. ‘’
Cêfrî destnîşan kir ko lîsteyeke dirêj a kirdeyên rêjîmê yên libal Emerîka nayêne pejirandin heye, û ‘’Divê ew bêne guhertin gava ko bigehên aştiyeke dirist û lihevhatineke rastîn ligel civaka navdewletî. ‘’
Li gora Cêfrî Waşinton berê jî û niha jî piştgiriya yekgirtina xaka Sûriyê dike, û “Hebûna hêzên Emerîkî yên ko operasiyonên têkbirina tiroristiyê li Sûriyê pêk tînin, nayê wê wateyê ko Wlatê wî dixwaze Sûriyê parçe bike‘’, wek nimûne hêzên Emîkî bi salên dûrdirêj li Îraqê e lê welat parçe nebûye.
Cêfrî bizavên şandyarê navdewletî bo Sûriyê yê ko serdema wî bi dawî bûye Stîvan Dî Mistora bo damezirandina komîta destûra Sûriyê bilindî nirxandin, û dibîne ko karûbarê Gêr Bêdirson yê nû ew e, wê komîtê pêşve bibe, û rê bide bo xweşkirina rê ji bo pêkanîna hilbijartinan li gora biryara Encûmena ewlehiyê ya 2254.
Lê Cêfrî hişyarî da ku eger hewildanên şandyarê navdewletî yê nû digel Rûsya û Îran û Tirkiyê û rêjîmê têk çûn, û hêviyên wan di damezirandina komîtê neman, dê Emerîka û gelek dewletên din helwestine nêzîkî yên şanderê navdewletî bistînin, û “Emê li benda helwesteke cuda bin ji Netewên Yekgirtî, helwesteke ku roleke bêtir navendî bo çareserkirina qeyrana Sûrî bistîne”.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî /Acans