Emerîka tekezî li ser piştgiriya xwe ji çi biryara Libnanî re ya ko radestkirina Cemîl Hesen serokê ewlehiya asmanî ya rêjîma Esed bo dadweriya Elmanî hêsan bike kir, çimkî ew berpirsiyarê pêkanîna tawankariyên cengê ye derheqê sivîlan.
Wezareta derve ya Emerîkî di daxuyaniyekê de evro çarşembê bal kişand ser ko ew piştgiriya dadpirsînê li gel yên tawankariyên cengê li Sûriyê kirine dike, û got: ‘’ Emerîka piştgiriya alavên kartêker dike, bo berpirsiyarên bobelatan li Sûriyê têkin ber dadpirsînê. ‘’
Û bêtir got ku ew xweşhaliya xwe bi çi biryarê desthilata Libnanî bide, ko radestkirina Cemîl Hesen bo dadweriya Elmanî bi awayekî yaseyî hêsan bike.
Elmanya bi daxwaznameyeke fermî daxwaza radestkirina Cemîl Hesen ji Beyrûtê kir, ji ber ku dibe ew bo çareseriyê li Libnanê be, piştî ko dadweriya Elmanî daxwaznameyeke navdewletî derxistine, bo girtina Hesen bi tawanbariya tawankariyên cengê li Sûriyê.
Wezareta derve ya Emerîka di daxuyaniya xwe de berdewam kir ko ew bizavê dike ji bo “binpêkirinên rêjîma Esed, ji wan jî êşkencedan, aşkere bike”, û daxwaz kir ko rêkxistinên çavdêriyê yên serbixwe bêyî çi bendan derbasî zindanên êşkence li wan pêk tên bibin.
Elhesen navê wî di gelek raportên mafnasiyê yên şopandina binpêkirinan de hatiye, bi taybetî operasiyonên êşkencedana rêbazkirî li hindirê zindanên rêjîmê, û ew dihêle Yekîtiya Ewropî efserên hêzên rêjîmê têxe nava lîsteya sizayan, ligel bi dehên efser û berpirsiyaran.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko pêdiviyek heye bo aktîvkirina alava navdewletî ya serbixwe ya ko sala 2016ê bo piştgiriya lêpirsîna tawankarên cengê çêbûye, hem giringiya livandina dosya dadweriyê di rêka damezirandina dadgehên taybet yên taybetmend bi tawankariyên cengê û yên li dijî mirovîniyê li Sûriyê, û bi taybetî piştî astengkirina Rûsî ji deranîna biryaran re li Encûmena ewlehiyê, bo şandina dosya Sûriyê ber bi dadgeha tawankariyên cengê ya navdewletî.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî