Monday, 02 December 2019 16:05

10 Şehîd û Hejmarek Birîndar ji Encama Êrîşên Asîmanî yên Balafirên Rêjîmê û Rûsya li ser Bajarên "Seraqib" û "Meer'et Al-Numan" li Idlibê

Îro roja duşemê ji encama êrişên asîmanî yên balafirên rêjîma Esed û Rûsiya li ser bajarokên Miret al-Numan û Seraqib li gundewarê Idlibê, 10 kes hatin kuştin û hejmarek kesên din birîndar bûn.

Li gorî çalakvanan, vê sibehê, 9 sivîl di nav de du jin hatin kuştin, û 13 kesên din birîndar bûn, di nav de du zarok, bi bordûmana hêzên rêjîmê û balafirên Rûsî li ser bazara Hal li bajarê "Me`eret al-Nu'man" li başûrê Idlibê.

Herwiha çalakvanan ragihand ku îro sivîlek din birîndar bû ji ber êrîşên balafirên şer yên rêjîmê li ser gundê "Sorman" yê girêdayî "Miret al-Numan" e, û herwiha gundên "Halba" û "Rafah" û "Bursa" û "Tel Kraisan" hatin bombebarankirin.

Parastina Sivîl ya Sûrî bi riya zanyariyên medya xwe, got ku sivîlek hat kuştin û 5 ên din birîndar bûn, jiber armanckirina rasterast ya hêzên asîmanî yên rejîmê li ser bazara şînî li bajarê "Saraqeb" li rojhilatê Idlibê.

Û birîndar û laşên şehîdan ji hêla tîmên Parastina Sivîl ya Sûrî ên li wê deverê bo nexweşxaneyan hatin rakirin, û rêkên ji ber wêranbûnê hatibûn girtin hatin vekirin.

Ji 26ê nîsana sala 2019an ve, hêzên rêjîmê û Rûsya êrîşên asîmanî li ser deverên berfireh ên gundewarê Idlibê pêk tînin, û di encamê de bi sedan sivîl hatine kuştin û birîndarkirin, û koçberkirina nêzî yek mîlyon mirovî, û wêranbûna binesaziyê bi awayekî berfireh, nemaze nexweşxane û dibistan.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî 10 Şehîd û Hejmarek Birîndar ji Encama Êrîşên Asîmanî yên Balafirên Rêjîmê û Rûsya li ser Bajarên "Seraqib" û "Meer'et Al-Numan" li Idlibê