Tora Sûrî ya Mafên Mirovan , hejmara pinpêkirinên hêzên rêjîma Sûrî û Rûsiya li bakurê Sûriyê ji dema cîbicîkirina agirbestê de di 12 kanûna paşîn ta 7 sibatê 2020an de eşkere kir.
Û Torê zelal kir ku wê kuştina 183 sivîlan, di nav de 52 zarok û 30 jin, herweha çêbûna 9 komelkujîyan li ser destê hêzên rêjîma Esed û Rûsiya li bakur rojavayî Sûriyê belge kirine, û got ku hêzên rêjîmê 68 sivîl di nav de 12 zarok û 7 jin kuştine.
Û Torê got ku hêzên rêjîmê li Idlibê 59 kes, di nav de 10 zarok û 5 jin, kuştine, her weha wan di wê demê de li Idlibê komelkujîyek çêkir, û li helebê 9 kes di nav de 2 zarok û 2 jin kuştin.
Û Torê anî ziman ku hêzên Rûsî 115 sivîl kuştine, di nav de 40 zarok û 23 jin, herweha 8 komelkujî pêk anîn, ji wan 56 kes û 5 komelkujî li idlibê bûn, û 59 kes û 3 komelkujî li parêzgeha helebê bûn.
Her weha hêzên rêjîma Esed û Rûsiya û milîsên Iranî, hîn di pêkanîna tewanên berfureh li gundewarê Heleb û Idlibê berdewam in, û ew bû sedema kuştin û birîndarkirina bi sedan sivîl û bi sed hezaran jî derbider bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî