Parêzgeha Derayê di nearamiyekê de dijî, û bang ji aliyê şoreşgeran ve ji bo xwepêaşandanên protestokirinê têne dan, ya ku belkî a herî mezin be ji dema ku rêjîmê û sponsorên wê ji sala 2018an de ew dever kontirol kirine.
Bangên xwepêşandanê hatin, piştî kuştina rejima Esed ya hovane ji sê ciwanan re, piştî revandina wan bo dema çend rojan, herweha ev bûyer hevdem e digel kuştin û girtina kesayetiyên berê bi Artêşa Azad ya Sûrî re anku bi tevgera şoreşger re dixebitin hat.
Herweha tomarek dengî ya endamê Komîteya Navendî li parêzgeha Dera, elşêx Feysel Ebazîd, li ser medyaya civakî belav bû, tê de ji xelkên deverê daxwaza ” nemana bêdeng li hember neheqiyê ” kir.
Û şoreşgeran karîbûn derkevin xwepêşandanên berfireh li deverên cuda li Daraa, û êrîşî ser navendên leşkerî yên rêjîmê û aliyên pêve girêdayî û dezgehên ewlekarî yên rêjîmê kirin, û hin kesên tuhmetbar bi sîxuriya ji dezgehên ewlehî yên rêjîmê re kuştin .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî