Qeyrana abûrî ya ko sivîl derdê wê dikêşînin, çimkî lîreya Sûrî li pêşberî behabûna dolarê Emerîkî têk çûye. Evê yekê hişt ku xelk şewata di nava xwe de bînin ziman. Û hişt bazirganên Hemayê di du rojên dawî de beraberiya rêjîmê bikin û dikanên xwe venekin.
Çalakvanan gotin ku xwedanên dikanan li hindirê bajêr dest bi mangirtinê kirine, çimkî lîreya Sûrî li pêşberî dolar têk çûye, û her dolarekî bûye bi 730 lîreyên Sûrî.
Çavdêran tekez kirin ko nearambûna lîrê ziyaneke mezin gihandiye bazirganan û bi taybetî xwedanên alavên elektrîkî û yên xwarinê, çimkî samanên xwe bi dolar dikirin.
Jêderên xwecihî destnîşan kir ko çend bazarên bajêr li taxên Elhadir, Elmerabit û Heyştê Adarê û çend dikan li Bazara Eltewîl hatine girtin, û dikanên hûrdekirina pereyên biyanî pereyên biyanî nafiroşin ji ber nearamiya bihayê wan.
Li gel mangirtina Hema, buhayê samanan li bazarên Şamê bilind bûye, ji wan jî zeyt, ya ku buhayê wê bi rêjeya 25% bilind bûye, û heyberên temwînê wek birinc, şekir ard û tehînî buhayê wan cudacuda ne, bi rêjeya ji 20 heta 30% hatiye ser wan, bi sedema kêmbûna nirxê lîreyê.
Tête destnîşankirin ko bilindbûna nirxê dolar li himber kêmbûna nirxên lîreya xwecihî bandora xwe li Şebîha û yên nêzîkî desthilatê nake, ji ber ew keysê ji bazirganan tînin û bacê datînin ser wan, lê ew yekser bandorê li ew kesên belengaz li herêmên rêjîmê dijîn dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî