Monday, 02 December 2019 16:02

Raporeke Mafnasî: Şehîdbûna 277 Sivîlan li Sûriyê di Hevva Bûrî de Piraniya wan li ser Destê Rijêmê û Piştgira wê Rûsya ne

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan, di rapora xwe ya roldemî de ya doh yekşembê derket, dibêje ku nekêmtir ji 277 sivîlan, 72 zarok û 32 jin di nav wan de hene, di heyva çirîya paşî ya sala 2019ê de jiyana xwe jidest dane, piraniya wan li ser destê rijêma Esed û pişgira wê ya Rûsî ne.

Û Torê di rapora xwe de diyar kir ku 19 zarok û 6 jin li ser destê rijêma Esed hatine kuştin, di heyva bûrî de, her weha hêzên rûsî 70 sivîl, 11 jin di nav wan de hene, kuştine.

Û kuştina 6 sivîlan, 2 zarok di nav wan de hene , li ser destê milîsên PYD, û 5 sivîlên din li ser destê rêxistina DAIŞê , û 6ên din ên zarokek û jinek di nav wan de hene li ser destê “Heyet Tehrîr Alşam”, û kuştina 3 sivîlan li ser destê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, û kuştina 131 sivîlî ku 24 zarok û 14 jin di nav wan de hene, li ser destê aliyin din, di raporê de hatiye.

Û raporê 13 komelkujî û şehîdketina 27 kesan di bin işkenceyê de, 25 ji wan li ser destê rijêma Esed, û 2 li ser destê milîsên PYD, belge kirine. Bi vê yekê serjimara qurbaniyên ji ber işkenceyê digihêje 288 kesan, ji destpêka îsal de.

Herweha 2 ji kadroyên ragihandinê, û 3 ji kadroyên pizîşkî, û 2 ji yên berevaniya sivîl di heyva çirîya paşî ya 2019 de hatine kuştin.

Û raporê tekez kir ku rijêma Esed yasaya navdewletî ya mirovî û yasaya rewiştî û biryarên encumana ewlekariya navdewletî binpê kirine, bi taybetî biryara numare 2139 û ya 2242 û ya 2254 tev de binpê kirine, bêyî ti sizadan jê re hebe.

Û raporê daxwaz ji Encumana Ewlekariyê kir ji bo Karin din bike piştî derketina biryara 2254, û tekezî li ser giringiya veguhestina dosya Sûriyê bo Dadgeha Tewankariyan a Navdewletî kir, û sizakirina tevaya tewankaran, tevlî rijêma Rûsî, piştî dîtin ku destê wê di tewanên cengê de heye.

Û rapora navdewletî daxwaz ji şanderê navdewletî bo Sûriyê kir, ku kesên tewan û komelkujî pêk anîne û ên bûne sedema têkbirina rêkeftina kêmkirina şer pirotesto bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Raporeke Mafnasî: Şehîdbûna 277 Sivîlan li Sûriyê di Hevva Bûrî de Piraniya wan li ser Destê Rijêmê û Piştgira wê Rûsya ne