Hêzên rêjîma Elesed û Rûsiya di binpêkirnên agirbestê li deverên bakur rojavayê Sûriyê de berdewam in, û Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî, di daxxiyaniyeke xwe de yaku duh pênşemê derketî de got ku wê bêtir ji 54 binpêkirinan di navbera 18-25 vê heyvê de belge kirine.
Û Tîmê diyar kir ku 34 deverên cûrbecûr li parêzgeha Idlib hatin armanckirin, û raporê 5 êrîş li gundewarê Hemayê, 4 li gundewarê Laziqiyê, 2 li gundewarê Helebê belge kirine, û 5 êrîşên asîmanî li ser Idlibê û 1 li gundewarê Hemayê tomar kirine.
Û Tîmê anî ziman ku binpêkirinên asîmanî yên hêzên rêjîmê û Rûsiya bûn sedema kuştina 3ê sivîlan, û birîndarbûna hejmarek din ji welatitan, û armanckirinên asîmanî bûn sedema derbiderbûnna bi sedan malbat ji deverên hatine armanckirin û deverên derdora taxên armanckirî.
Û daxwiyaniyê daxwaz ji saziyên çalak û desteyên navdewletî kir ku karibin binpêkirin û dijminkariyên ku hêzên rêjîmê û Rûsiya dermafê xelkê deverê dikin rawestînin, û gavin yekser û vebir bavêjin ji bo rawestandina dijminkariyan, û hişyarî da ku berdewamiya operasyonên dijminkarî li ser deverê dibe ku bibe sedema rûdana pêlin nû yên derbideriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî