Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de li roja duşemiyê aşkere kir ku êrîşa ji hêla rejima Esed û sponsorên wê li ser Idlib û gundewarên wê bû sedema kuştina 56 sivîlan, di nav de 19 zarok bi tenê di nîvê yekem ya meha mijdarê de.
Li gorî raportê, ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsya ve, ji 30 heta 15 vê mehê, bi kêmî ve 56 sivîl, di nav de 19 zarok û 6 jin hatine kuştin, û amaje bi kuştina kadroyekî bijîjkî, û karmendekî berevaniya sivîl û çalakvanek medyayî li heman heyamê kir.
Raporta Tora Mafên Mirovan, diyar kir ku 20 sivîl bi destê hêzên rêjîma Esed hatine kuştin, di nav de 6 zarok û du jin, digel ku 36 sivîl ji aliyê hêzên Rûsyayê ve, di nav de 13 zarok û 4 jin hatine kuştin, û komkujiyek û hatiye pêkanîn.
Di raportê de 46 êrîş li ser navendên girîng yên sivîl li bakurê Sûriye ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsya ve hatine tomarkirin, di heman demê de, ji aliyê helîkopter û balafirên şer yên rejîmê bi kêmî 54 bermîlên teqîner hatine avêtin.
Raportê ragihand ku ji aliyê hêzên rêjîmê û Rûsya ve, yasaya navdewletî ya mirovahî ya navnetewî gelek caran hatiye binpêkirin, bêyî cudahiyê bixên di navbera armancên sivîl û yên leşkerî , nexweşxane, dibistan, navend û taxên sivîlan de, û da zanîn ku ev binpêkirin tawanbariyên şer in.
Raportê tekez kir ku tawanên koçberkirinê bi rengekî sîstematîk û berfireh, bi rêxistinî ji aliyê hêzên rejîmê ve li dijî xelkên sivîl û mirovahiyê hatine pêkanîn, li gorî bendê 7’an ya Statuya Romayê ya dadgeha tawanên navnetewî.
Û raporta tore, Beşar Esed berpirsyar dît di ber hemû binpêkirinên ji hêla hêzên wî ve bûne, û binpêkirina wan ji agirbesta hatibû ragihandin re, piştî serdana serokê rêjîmê meha borî bo gundê Al-Hbeit li gundewarê başûrê Idlib, û çavdêriya wî ya rasterast li ser oparesyonên topbarana li ser bajarokê Telas li gundewarê başûrê Idlibê.
Raporta mafên mirovan dawaz ji nûnerê NY yê bo Sûrîyê kir, ku tawanbarên tawan û komkujî pêk anîne û prosesa sîyasî asteng kirine pirotesto bike, û bang li Civata Ewlekarî ya Netewên Yekbûyî kir ku biryarekê bigire jibo pêkanîna agirbestê li ldlibê û sizakirina hemû binpêkerên agirbestê.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî