Tora Sûrî ya Mafên Mirovan raporteke taybet li ser tawanên ko hêzên Rûsî pê radibin derxist, piştî çar salan ji destpêka dijminkariya Rûsî li ser Sûriyê, û torê diyar kir ko hêzên Rûsî bi taybetî bargehên sivîl û yên bijîşkî amanc kirine.
Torê got ku hejmara qurbaniyên bi destê hêzên Rûsî ji 30 eylûla 2015ê heta nuha gihaye 6 hezar û 686 sivîlî, 808 jin û 30 zarok di nav wan de hene .
Raportê diyar kir ko sala yekem ji têwerdana leşkerî ya Rûsî, bû sedema kuştina 3734 kesî, û sala duyem jimara qurbaniyan geha 1547, sala sêyem 958, û sala çarem 447 kes şehîd ketin.
Raportê diyar kir ko firokên Rûsî herêmên sivîlan li Sûriyê 1083 caran amanc kirine, 201 dibistan û 190 navendên tendiristî û 56 bazarên gelêrî wêran kirine, bombebarana rêjîma ku Rûsya piştgiriya wê dike, bû sedema derbiderbûna 3.3 milyon kesî ji malên xwe.
Raporta Torê anî ziman ko hêzên Rûsî 335 kuştar li Sûriyê di çar salan de pêk anîne, û bal kêşand ser ko bi piştgiriya Rûsî hêzên rêjîmê çend bargeh li herêma kêmkirina şerî li Idlib kontrol kirine.
Raportê baldêrî da ser ku bandora Rûsî ya leşkerî dawiya sala 2016an aşkere bû, bi kontrolkirina navenda bajarê Helebê û herêmên rojhelat, û wisa jî li herêmên rizgarkirî li Şama paytext û parêzgeha Hums û Dera û Qunêtira.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî