Li parêzgeha Hesekê karîsateke mezin rûdaye û ji bin kontrola welatiyan û desthilata PYD derketiye û welatî bangê didin civaka Navdewletî.
Ji êvara Yekşemê 9-6-2019 agirê zeviyên cotkarên devera Tirbespiyê ,Girkêlegê ,Dêrikê venemiriye, û bi hezarên doniman hatin şewtandin û ew agir ji bin kontrolê derketiye.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê li prêzgeha Hesekê diyar kir ku zeviyên nêzî 30 gundê bajarê Tirbespiyê ta niha hatine şewitandin, û welatî û girûpên agirkuj hewil didin ku wî agirî vemrînin lê hewildanên wan tev têkçûne û agir berdewam e.
Di heman mijarê de, peyamnêrê me ragihand ku agir li gundwarê bajarokê Girkêlegê vêketiye û metirsî mezin dibin ku ew agir bighêje bîrên Petrolê û kargeha Xazê li devera Girzîro.
Derbarê van agirên rojane ku li parêzgehê têne dadan, cotkar Mihemed Şêxo ji malpera Me re diyar kir ku ev agir piraniya wê bi destê hin kesên nenas tê dadan, û got ku gelek salan werzê çandiniyê li parêzgeha me baş e, û mîna îsal e, lê tu caran agir bi vî şêweyî bi zeviyên welatiyan neketiye .
Ji aliyê xwe ve welatiyên parêzgeha Hesekê û çalakvanên wê dest bi bangên hewarê kirine li ser malperên civakî, mîna parêzer Seed Hisên yê ku bang li herêma Kurdistana Iraqê û civaka Navdewletî kiriye ku bilez destwerdanê bikin û bi gaziya welatiyan ve werin.
Tê zanîn ku ji destpêka werzê çandiniyê de li parêzgeha Hesekê şewata zeviyên welatiyan berdewam e, û bi hezaran donimyên çandî hatine şewtandin û ziyan gihştiye milyarên lîreyên Sûrî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî