Duhî agirbesta li devera Idlibê hat binpêkirin û çend bajar û bajarokên wê ji aliyê balafirên rêjîma Esed û Rûsya hatin bombebarankirin, û bû sedema şehîdbûna welatiyekî û birîndarbûna du welatiyên din.
Li gorî çalakvanên ji devera Idlibê, welatiyekî sivîl ji encama bombebarana mûşekan ji aliyê hêzên Esed ve li bajarokê Kafranbel li başûrê Idlibê hate kuştin, û du kesên din jî birîndar bûn ji ber topbarana bajarokê “Mi’rşemşa” li rojhilatê Idlibê.
9 gund û bajarok di nav de: (Tah, Cergnaz, Deir Al-Sharqi, Babolin, Maarshamsheh, Telmens, Zayan û Maarsmarin) li rojhilatê gundewarê Idlib bi 82 roketan ji aliyê hevalbendiya rêjîmê hatin topbarankirin, tevî “Kafranbel” li gundewarê başûrê Idlibê.
Herweha aşkere agirbest hat binpêkirin, ku derdora xala çavdêriya Tirkîyê li gundê “Şêr Mixar” li gundewarê rojavayê parêzgeha Hemayê, ji alîyê hêzên Esed ve hate topbarankirin, herwisa bajarê “Andan” û “Hayan” li gundewarê bakurê rojavayê bajarê Helebê ji alîyê topxaneya hêzên Esed ve hatin topbarankirin.
Rejîm berdewam e li ser binpêkirina peymana agirbestê ya ku di 30’ê tebaxê de hatibû ragihandin, û hejmarek ji welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin bi sedema bombebarana xaniyên wan li çend bajar, gund û bajarokên başûrê parêzgeha Idlibê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî