Serokê hikûmeta sûrî ya demkî, abdilrihman mostefa, û wezîrê bergiriyê lîwa Selîm Idrîs, sardana bajarê Til Ebyed yê gundewarê Reqayê kirin, di serdanê de bi Salim El- Mislit emîdarê giştî yê êl û eşîrên sûrî re civîyan.
Û di civîna ku li baregeha Encûmana êl û Eşîrên Sûrî ya bajarê Til Ebyedê, endam û rûsipiyên bajêr û Endamên Encûmana êl û eşîran amade bûn, û serokê Hikûmeta Demkî rewşa jiyanê û xizmetkariyê li bajêr şopndin, û bi amadebûnan re pilana Hikûmetê derbarê dabînkirina aramî û xizmetkariyê ji hemû niştecîyên bajêr re, gengeşe kir.
Û hemûyan tekezî li ser rola mezin ya Hikûmeta Demkî li bajarê Til Ebyed û deverên azad ji rêjîma Esed û Rêxistina Daişê û PYD ya terrorist kir, û behsa girîngiya hevkariyê kirin, ji bo çakkirina rewşa jiyanê û ewlehiyê ji bo pêkanîna aramiyê, û dabînkirina hêmeniyê, ji bo hemû derbder û koçber vegerin malên xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî