Îro çarşemê 7-11-2018 di encama teqîna mayinên ku çekdarên PYDê li gundewarê Efrînê çandibûn ,6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku “di encama teqîna mayinekê bi terektorekê de li gundê Suʹriya li gundewarê bajarokê Bilbilê li Efrînê, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan”
Zeyno diyar kir ku 2 welatî yên bi navê Hemze Îbiş û Îsmaîl Îbiş ji gundê Suʹriyane û 4 jî karkerên ji derveyî herêma Efrînê ne û ji bo berhevkirina zeytonan hatine.
Tê zanîn ku çekdarên PYD ê bi hezaran xanî li hindirê bajêr û gundewarê wî berî ku derkevin mayin kirin, û di encamê de ta niha bi dehan xelkên Efrînê jiyana xwe ji dest dane.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê