Encûmena Niştimanî ya Sûriyê

Ji gava ko Şoreşa Sûriyê dest pê kir, Hevrikiya Sûriyê ji bo yekgirtina şiyanên xwe kar kir da pêşgeheke siyasî çê bike ji bo piştgiriya mafê Miletê Sûriyê bibe û Şoreşa wî bigihêje amanca xwe.  Li ser dirêjiya pênc Mehan dîtin xuya bû ji bo Sîwaneke Siyasî ya ko Kesayetiyên Niştimanperwer û Hêzên beşdar di Şoreşê de û pêvebirina rola ko ji wan tê xwestin digel pêveçûna bûyeran, heta bigihêje Rûxandina Rêjîmê û avakirina Rêjîmeke dîmuqratî piralî.

Ramana Encûmena Niştimanî ya Sûriyê ji ezmûneya Tevgera Sûrî di komkirina Hêzên Hevrikiyê tê, çimkî tekez bû hewcedariyek bi damezirandina Encûmenekê heye ko hemû Kesayetiyên Niştimanperwer û kesayetiyên bi bandor û ew wek Sîwaneke Siyasî ji bo nûnerîtiya Şoreşa Sûriyê di Ahingehên Navnetewî ji bo piştgiriya kêşeya Sûriyê ya dadmend di rêzgarkirinê ji stemkariyê û avakirina Dewleteke sivîl û dîmuqratî. 

Damezirandina Encûmenê:

Tîmek ji pispor û kesayetiyên tiknoqrat û hin kesayetiyên siyasî bi awayekî nû ji bo damezirandina Encûmenê derçûne, da hemû çakniştimanperwer li gor piraliya Neteweyên Sûriyê bide hev li gor evan pêngavên jêrîn:

- Nigarkirina nexşeya Hêzên Siyasî yî Sûriyê yên piştgiriya şoreşê dikin, û amadekirina lîsteyên navên kesayetiyên Niştimanperwer yên kartêker ji bo berbijartinê.

- Danîna merc û hin pesinên kes ji bo endametiya Encûmenê û karê ko pêdivî bike.

- Danîna pîvanan ji bo nûneritiya beşên miletê Sûriyê di Encûmenê de bike, ew ya ko rengîniya şiyanên civakî, û ramanî û siyasî bi rêjeyeke babetî.

- Pêşinyarkirina dîbaceyekê ji Encûmenê re li ser têgeha pesin û pîvanên gotî, misogerkirina piraliyê tekzkirina şiyanan û taybetkeriyan. 

Pirensîpên bingehîn:

Encûmen di misogerkirina amanca xwe de di pirensîpên bingehîn de evên jêrîn pabend e:

- Kar ji bo rûxandina Rêjîmê bi hemû çareyên rewa.

- Tekezkirina yekîtiya niştimanî di navbera pêkhatiyên civaka sûrî(bi Ereb û Kurd û gelên din hem yên olî û berên olî) û hêlana dozeyên parçebûn û cudabûnê. 

- Aştiyaneya Şoreşa Sûriyê û sinciyên wê bê parastin.

- Parastina serbixwetiya Niştimanî û parastina serdariya Niştimanî.

Erk û kar


Encûmen şiyan dike ji bo misogerkirina evan amancên jêrîn:

Yekem: Dabînkirina piştgiriya siyasî ji Şoreşa Sûriyê re.

Encûmena Niştimanî ya Sûriyê hemû şiyanên xwe ji bo piştgiriyê bistîne bi hemû coreyan bi taybetî ya siyasî ji Şoreşa Sûriyê re, destpêk ji şirîkên Ereb(Dewletên derdor û Komelgeha Erebî) û di pey re Yekîtiya Ewropî û Amerîka û Netewên Yekgirtî û Welatên din yên Cîhanê, ji bo piştgiriya Şoreşê û serdema guhêzok. Û Encûmen pişkdar dike ji bo dabînkirina aramiya siyasî ji bo Cîhanê bigihîne baweriya ko Sûriya nû wê aram û hêmin be di bin siha Dewleta sivîl û bi hilbijartinên dîmuqratiyetî bûye.

Duyem: Yekgirtina rêza niştimanî di qonaxa guherînê de

Rola Encûmena Niştimanî ya Sûrî di xurtkirina hevgirtinê di navbera hemû Sûriyan de bi şoreşê re ji bo avakirina Hevbendiyeke xurt ji bo serkeftina Şoreşê û di pey re avakirina Sûriyeke yekbûyî di serdema guhêzok de. Herweha bide xuyakirin wateyên hevgirtina niştimanî di navbera hemû Sûriyan de û nûnerîtiya dûrdîtinên wan di avakirina civakeke lihevbuhêr, çimkî pêmayê dîrokî yê Sûrî wisa ye. 

Encûmen dê kar bike di berdewamiya xurkirina yekîtiya niştimanî û serdariya xaka Sûriyê.

Sêyem: Gerentiya nebûna valahiya siyasî

Encûmena Niştimanî û ji ezmûneya wê ya pîş û tiknoqrat ya li dev Endanên û piştgirên wê karîn heye ko Desthilateke Demkî damezirîne li gora ko di programê siyasî de hatiye. Programa Encûmena Niştimanî ya Sûriyê doza kongirekî Niştimanî dike da xwe ji bo hilbijartinan amade bike û hilbijartinên perlamanê demkî da kar bike ji bo danîna destûreke nû û hilbijartinên giştî yî azad di dema pey re bê. Li bal Encûmenê gelek pispor hene da ko di qonaxa guhêzok de valahiya siyasî çê nebe. Encûmen bi rengîniya hêzên xwe ên siyasî gerentiya yekgirtina rêza Gel û yekgirtina amanca siyasî di avakirina Dewleteke dîmuqratî û azad de. 

Çarem: Geşdana Nexşeya Rê ji bo çareserkirina guherandina dîmuqratî di Sûriyê de

Li bal Encûmena Niştimanî ya Sûriyê dîtineke xuyanî heye ji bo avakirina Sûriyeke sivîl nûjen û dîmuqratî, çimkî programa siyasî ya ko di 20.11.2011an derçûye ev derbirîn dike û dîtineke diyar xuyanî ji Nexşeya Rê re ya ko Sûriyê datîne li ser rêka rast û durist ji bo misogerkirina pêşketin û geşepêdanê.  

Pêncem: Gihandina dengê Şoreşa Sûriyê û daxwazên wê bi bal Civaka Navnetewî de.

Şoreşa Sûriyê bi nifşekî xort dest pê kir, ne siyasî û ne partî bi aliyê tu berî ve an herêmekê. Nûnerîtiya tevgereke gelêrî dike, 50%-60% Ji endamên Encûmenê ne da ko gerentiya gihandina dengê kolanê û nûnerîtiya wê bigihîne û di biryarên çarenûsî de yên Şoreşa Sûriyê de beşdar bibin.

 

Home Pêkhat Encûmena Niştimanî