Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi serokatiya Enes Elebde serokê Hevbendiyê dest bi gerekê bo Îytalyayê û dewleta Vatîkan di pilaneke piştgiriya navdewletî ji bo dijminkariya rêjîmê ya bi piştgiriya Rûsya û Îranê li ser Idlibê rawestînin û li maseya danûstandinê vegerin ji bo biryarên navdewletî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê cîbicî bibin.
Şanda Hevbendiyê çend daxwaz û pêşinyarên wê hene ji bo parastina sivîlan û pêkanîna pirogramekî bo hawarhatina derbider û koçberan, hem bo piştgiriya pirogramê desthilata demkî bo birêvebirina herêmên rizgarkirî û bichkirina sivîlan, û hûrbînî daye rawestandina amanckirina rêjîma Esed û hevalbendên wê ji sivîlan re, li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê, herweha tawanên cengê yên çêbûne ji encama bombebarankirina bargehên bijîşkî û bazaran û cihên niştecihan dan naskirin, ji ber ew operasiyon sedemên sereke ne ji pêleke nû ya koçberiyê re.
Û lîsta karê şandeyê ew e, daxwaza ji hemû dewletên heval bo piştgiriya bizavên navnetewî bikin, bo livandina operasiyona siyasî ya bi sedema rêjîma Esed rawestiyayî, ji ber sûrbûna wê li ser çareserkirina leşkerî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî