Bedir Camûs, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekezî li ser giringiya destpêkirina karê komîta destûrî bi awayekî bilez û rakirina hemû astengên li pêşiya avakirina wê kir.
Camûs, duh roja pêncşemê, beşdarî di civîna koma biçûk ya dewletan li Cinêvê ya derbarê Sûriyê kiribû, ligel nûnerê navnetewî Gere Pederson û şandeyek ji desteya danûstendinên Sûrî bi serokatiya Dr. Nesr Harîrî.
Camûs tekezî li ser pêwîstiya destpêkirina karûbarên Komîteya destûrî ji berî civînên civata giştî yên Netewên Yekbûyî yên ku di dawiya vê mehê de li New York lidar bikevin kir, û bal kişand li ser girîngiya veberhênana wan civînan ji bo gotûbêjkirina bicihkirina birg û tekstên mirovahî yên di biryarên navdewletî de yên li ser agirbestê û derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo kesên pêwîstdar û serbestberdana girtiyan hatine.
Camûs tekez kir ku takeçareseriya ji bo bidawîanîna nakokiyan li Sûriyê û vegerandina ewlehî û aramiyê û vegerandina mirovên koçber û penaber, bi riya destpêkirina pêvajoyek siyasî ya rasteqîn û garantîkirina serbestberdana hemû girtiyan û pêkanîna makezagonek nû ji bo welat, û da zanîn ku ev yek dibe hevdem ligel duristkirina jîngeheke aram û bêalî bi rêya desteyeke hikûmraniya demkî, û sazkirina hilbijartinên serbest û daddar di bin sîwana Netewên Yekbûyî de.
Ji hêla xwe ve, nûnerê taybet yê Amerîka James Jeffrey, piştrast kir ku di civînê de “danûstendinek gelek berhemdar li ser rewşa Sûriyê û pêvajoya pêşerojê di bin biryara 2254” de hate pêkanîn.
Û got: “Em pir tirsiyan ji ber êrişên berdewam yên dijwar û kûştina sivîlan li ldlibê”, û cext kir ku “divê ev yek raweste”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî