Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Enes Elebde, namak ji Emîrê dewleta Kiwêt Şêx Sebah Elehmed Elcabir Elsebah re şand, têde spasiya wî kir li ser helwestên dewleta Kiwêtê beraber miletê Sûrî û berevaniya wê di ber mafên milet de li komcivînên navdewletî.
Elebde bi navê desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî, hêviya tenduristiyek baş û çareserbûnek zû û berdewam ji Emîrê Kiwêtê re kir.
Elebde tekezî li ser guhdana mezin ya Hevbendiya Niştimanî dide têlikliyên xwe yên birayetî û balkêş bi dewleta Kiwêtê re kir, û hêviya baştirkirina peywendiyan di navbera herdu miletan de kir.
Elebde di nameya xwe de got: “Em bizavên dewleta Kiwêtê yên piştgiriya miletê Sûrî di salên bûrî de li ser hemû astên mirovî û siyasî bilind dinirxînin.”
Dewleta Kiwêtê û Belcîka û Elmanya pirojeyekî biryarekê ji Encûmena Ewlehiyê re pêşkêş kirin, tako agirbest pêk bê û rêz li yasaya navdewletî li Sûriyê bête girtin, û fişar li rêjîmê bibe bo girtiyan berde, û piştgiriyeke mezin bibe ji bo qeyrana mirovî sivik bibe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî