Serokwezîrê hikûmeta demkî ya Sûrî, Abdul Rehman Mistefa, civînek girîng bi rayedarên Wezareta derve ya Amerîka re lidar xist, û bi wan re krîza mezin ya mirovî li Idlibê gotûbêj kir, û bal kişand ser dîtina hikûmeta nû ya li ser bingeha rêveberiya sivîl ji bo hemû deverên rizgarkirî hatî avakirin.
Herweha Wezîrê rêveberiya xwecihî Mihemed Said Silêman û tîmeke teknîkî ji aliyê hikûmeta demkî beşdarî civînê bûn, digel rêveberê ofîsa “Start” li wezareta derve ya Amerîkî, Michael Kaplowski, berpirsê buroya siyasî Zahra Bell, û alîkarê siyasî Mihemed Necar.
Mustefa diyar kir ku civînê bal kişand li ser qebara karesata ji encama berdewamiya operasiyonên leşkerî li ser deverên niştecî û saziyên bijîşkî li Idlib û deverê, û tekez kir ku divê welatên mezin, û Amerîka di serî de, rolek çalak hebe di dosyaya Sûrî de ku bandorek erênî li proseya siyasî bike.
Mistefta behsa wan plan û projeyên hikûmeta demkî yên hewil dide wan li ser erdê li gor bernameyên rast pêk bîne kir, û diyar kir ku rêveberiya baş ya li ser qada deverên rizgarkirî dê bandoreke mezin li pêvajoyek çêbike.
Mistefa tekez kir ku serkeftina karê hikûmeta demkî ya Sûrî dê ewlehî û aramiyê li deverên rizgarkirî peyda bike, ku wê bibe faktor ji bo vegera piraniya kesên koçber û derbider, û herweha pêkanîna ewlekarî û seqayekê erênî ji bo peydakirina derfetên kar, ku dê xelkê han bide ku bar nekin ber bi welatên cîran ve.
Wî di heman demê de kurtiyek derbarê destkeftên hikûmeta demkî, bi taybetî di warê perwerdehiyê de, û pêşkeftin û baştirkirina karê encumenên xwecihî pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî