Serokê Hikûmeta demkî ya Sûrî Abdul Rehman Mistefa, civînek ligel nûnerên Encûmena bilind ya Hoz û Eşîrên Sûrî re pêk anî, û ligel wan pilana hukumetê ji bo birêvebirina deverên rizgarkirî, û baştirkirina rewşa xizmetgozariyên tên pêşkêşkirin bo sivîlan gotûbêj kirin.
Civîn bi beşdariya Serokê Encûmenê Şêx Ramî Al-Doş, û cîgirên wî Şêx Mohamed Xêr Ayûb, û Amir Al-Beşir, herweha Serokê Encûmenê Şêx Fêsel Sultan lidar ket.
Mustefa diyar kir, ku hikûmeta demkî di qonaxek pir hestyar de ye, û rastî pirsgirêkên mezin tê, û pêwîst e hemû bizavên hevbeş bikin ji bo pêkanîn û serxistina kar û pilanên wê.
Wî tekez kir ku pêwîstî bi hevahengî û hevkariya bi Encûmena hoz û eşîrên Sûrî re heye, di hemû karûbaran de, ji bo piştgiriya saziyên hukûmetê û bicihkirina pilanên wê li ser erdê.
Mistafa got ku hikûmet û saziyên wê ji bo amadekirina stratejiyek nû ji bo kar dixebitin, û got ku guhdanek navdewletî bi karê hikûmetê heye, û bizavên cidî ji bo serxistina wê dibin.
Û tekezî li ser girîngiya hevkarî û hevahengiyê di navbera hikûmetê û hemû rêxistinên herêmî û navnetewî yên li deverê dixebitin kir, ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetgozariyan ji welatiyên deverên rizgarkirî re.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî